GOTINA BÎST Û ŞEŞA
NIVÎSOKA ENDAZA XWEDÊ YE
بِسْمِ اللّٰهِ الرَّحْمٰنِ الرَّحٖيمِ
وَ اِنْ مِنْ شَىْءٍ اِلَّا عِنْدَنَا خَزَٓائِنُهُ وَمَا نُنَزِّلُهُٓ اِلَّا بِقَدَرٍ مَعْلُومٍ ۞ وَ كُلَّ شَىْءٍ اَحْصَيْنَاهُ فٖٓى اِمَامٍ مُبٖينٍ
Endaza Xwedê û daxwaza merfa, du pirsikên hêja ne. Emê di warê wê da di nav çar kolgaha da li vekirina çend razekî wan ra emê bixebitin.
KOLGAHA YEKÊ: Endaz û daxwaz, ji parçên baweriya tewşanî û dilaniya ku dawiya bergên Îslamê û baweriyê rava dideyî ne. Yan na, zanînkî û nêrînkiye ninin. Dibê, merivê bawerkar, her tiştî, ta kirina xwe û canê xwe ji Xudê ra hey dide, dide, ta ku di dawîyê da ji zorandin û binbariyê riha nebe, daxwaza parîk li ber wê da dertê, jê ra dibêje: “Tu bin pirs û bin zorî.” Paşê ji bo ku bi qencî û başiyên ku ji wî da dertêneyî va nexape, endaze li hemberê wê da tê, dibêje: “Berga xwe bizane; çêker, tu nîn î.”
Erê, endaz û daxwaz, di dawiya cêrgên bawerî û Îslamiyê da ji bo ku endaz, nefsê ji xapanî û daxwaza parîk, wî ji bê pirsbariyê riha bikineyiye ku, ketine pirsikên baweriyê. Yan na, pirsikên zanînkiyê yên ku ji tevgerekî dijberê hemî raza endazî û huwîdeyê parîka daxwaziyê ra peywendetiyê didinêyî nînin ku, nefsên kotiyê ‘inirkar, ji bo ku xwe ji bin barê gunehên xwe yê ku kirineyî riha bikineyê ra bi endazeyî bigerin û bi rindiyên ku ji wan ra hatine qencîkirinê yê va serfiraziyê bikin û bixapin, xwe bal parîka daxwazê va bispêriniyî nînin.
Erê, di nav nexwendiyên ku divêkane hilnekişiyanina da ciyê xebitandina endazeyê heye. Lê, ew jî derd û demê boriye ku, dermanê ahîngî û bê hêvîtiyê ye.