Nota Diduyan: Divêka peristinê ev e ku, bende, di dergahê Xwedê da kêmasiya xwe û ahestî û belengaziya xwe dibîne. Li pêşiya kemala Xwedatiyê û qudreta semedaniyê û rehmeta homaniyê da bi şabaşbûn û evînî ra secde dibe. Dibê ku padîşahiya xwedatiyê çawan ku peristin û olamkirinê dixwaze, paqijî û paktiya xwedatiyê jî dixwaze ku, bende kêmasiya xwe bibîne. Bi istîxfarê va xwedanê xwe ji hemî kêmasiyan pak û paqijbûna wî û hoşîkên beyhûdeyê merifên xwedî şaşîtiyê da paqijandî û bala û ji hemî kêmasiyêd heyîkan da pakîn û tazîbûyîna wî bi tesbîhê bi (subhanellah) eşkere bike.
Hem jî kemala karîna Xwedatiyê jî, dixwaze ku, bende, bi dîtina qelsiya xwe û ahestiya çêkberan va li hemberî meziniya hunerên karîna semedaniyê da di nav xweşandin û sergerandinê da (Allahû ekber) bibêje, bi xwarbûnê va bal kûzbûnê va biçe. Bal wî va xwe bavêje û xwe bispêreyê.
Hem xizna rehmeta xwedatiya bêdawîn jî dixwaze ku, bende parsekiya xwe û derwêştî û parsekiyên hemî çêkberan, bi zimanê xwestin û niyaztinê va rava bide û qencî û xweşiyên xwedanê xwe, bi şukr û şabaşê va û bi ( elhamdûlîllah )ê va eşkere bike. Divêk ew e ku, kirin û gotinêd limêjê van divêkan di xwe da hildide û ji bo vana ji aliyê Xwedê da hatine danînê.
Nota Sisêyan: Çawan ku merif, nimûnekî piçûk ê vê cîhana mezin e û Fatîha pîroz, nimûnekî ronak ê vê Qurana Bala ye. Limêj jî, pêristekî ronîk ê werhatê hemî peristina ye û xerîtekî pak ê ku bal rengêd perestinêd hemî cûreyê çêkberan ra awir dide.
Nota Çaran: Çawan ku pejikên seetekî hefteyane yên ku saniye û deqîqe û saet û rojên wê dijmêrinan, li hev dinêrin û nimûneyên hev in, daweriya hev digirin. Werre jî, ev cîhana gerdûnî ya ku seetekî mezin ê Xweda ye, gerana roj û şevê ya ku mînanê saniya wê ye û salên ku deqîqan dijmêrinan û cêrgên jîna merifa yê ku seetan dijmêrinan û geranêd jîna cîhanê yên ku rojan dijmêrinan, li hevdu dinêrin û nimûneyên hevdu ne û di ciyê hevdu da ne û hevdu bi bîrtînin. Bi awayê nimûneyê va:
Danê sibeyê- ta roj hilatinê- mînanî dema bihariya pêşîn e. Hem mînanî gava ku merif dikeve zikê diyê ye. Hem mînanî roja pêşîna şeş rojê afirandina zemîn û asîmana ye û wana di bîrtîne û karîna Xwedê yê di wan da yî, bîr va tîne.