Êdî, di berga dûra di navbera peywend û peywendbir da yê da navên Xudê wekî sitêrkê hiltên. Hilatgaha wan, ew berga veşarîkî ye. Çawan ku li ber çava da di çembera dîharê çiyan da pêşên asîman, girêdayî û hevber dixuyên. Tewş ev e ku, ji çembera dîharê çiyan da bal pêşa asîmana va bergekî mezinê hilgaha hemî sitêrkan û çêgaha tiştên dinê yê heyne; mînanê wê yekê di navbera peywenda û peywendbiran da bergekî veşarkiyê were heye ku, bi dûrbîna baweriyê û bi roniya Qur’anê va dixuyê. Bi nimûneyê va:
فَلْيَنْظُرِ الْاِنْسَانُ اِلٰى طَعَامِهٖ ۞ اَنَّا صَبَبْنَا الْمَٓاءَ صَبًّا ۞ ثُمَّ شَقَقْنَا الْاَرْضَ شَقًّا ۞ فَاَنْبَتْنَا فٖيهَا حَبًّا ۞ وَ عِنَبًا وَ قَضْبًا ۞ وَ زَيْتُونًا وَ نَخْلًا ۞ وَ حَدَٓائِقَ غُلْبًا ۞ وَ فَاكِهَةً وَ اَبًّا ۞ مَتَاعًا لَكُمْ وَ لِاَنْعَامِكُمْ
Êdî, ew ayeta xweşik, ahestegirên karîna Xwedê yê, bi cêrgekî huwîdeyê va dibêje, peywendan bi peywendbiran va girêdide û di dawiyê da bi axifta
مَتَاعًا لَكُمْ
yê va armancekî rava dide ku, ew amanca rava dike ku, di nava wan hemî peywend û peywendbirên zincîrekî da tevgerankarekî dizî yê ku wê amancê dibîne û raçav dike yê heye; û ewan peywendana perda wî ne. Erê: Bi gotina
مَتَاعًا لَكُمْ وَ لِاَنْعَامِكُمْ
yê va hemî peywendan, ji hilêka çêkirinê da rût dike, divêkane dibêje: Ji we û canbirên we ra ji bo xwrek gihîjandinê ra av ji asîman da tê. Di wê avê da hilêka ku dilê wî, li we û canbirên we ra bişewite û li we bibanin û xwrekê bigihêjîninê yê tune ye. Ji wê yekê da dibê: Av nayê, tê şandinê. Hem xwelî, bi gîhayê xwe va vedibe; xwrekê we, ji wê derê da tê. Xweliya bê hoşîn û zanîn vayê, ji hilîka ku xwreka we bihoşe û li we bibaneyê da pirr dûr e. Ji wê yekê da rava dide ku, xwelî bi xwe bi xwe va venabe; yek wî deriyî vedike, xwurekan dide destê we. Hem gîha û dar, ji hoşîka ku xwurekê we bihoşin û banînkarane, ji we ra meywan û daneyan bigihîjinîniyêyî da pirr dûr in. Ji wê yekê da ayet rava dide ku, ewana, bend û şirîtên ku huwîdedarekî banînkar, ji pişt perdê da dirêjkiriye ku, qenciyêd xwe, bi wan va darda kiriye; bal jiyandaran va dirêj dike. Êdî ji van axivana da hilgahê pirr navên wekî (Banînkar û Xwurekda û Qencîkar û Bexşkar) dixuyê. Hem bi nimûneyê va