Gotinêd borî da hatiyê ravadayîn û nîşandayînêyî, perdên ‘adetkêyên kangaha nezaniya dutayî, bi axiftinêd xweyê birrak va dirrandinê, tîşîkên ‘adetê yê veşartiyê di bin perdên ‘adetê dayê derxistin û rava kirin; û putê xwerestiyê ya kaniya şaşîtiyê bi şûrê almastê radarê va parçe kirin û qatên qalindê xewa gêjaniyê, bi dengêd xwe yê birûsk-asa va belavandin; û tilsima kilîtandiya heyîkan û girêka sosreta afirîka cîhaniya ku pelsefa merifanî û huwîdeya merûyaniyê, aheste hîştiyeyî vekirin û pişkifandin; û her hemin karên ‘adet tîşîkên ahistekarekî wekî Qur’anê yê bingehbîn û veşarîk aşine û rava bexş û rast xuyayî ne. Erê: Li ayetên Qur’anêyê, bi dadegî va tûj were nêrînê dixuweyê ku, wekî nivîskên dinê yê, ne mînanê zincîra hoşîkekî pê der pê yê ku daxwazekî, diduya ra çav dikeyê nîne; belkî tewşekî wê yê carkevanî û nişkevanî heye; û tevgerra wê ya ku tê avêtinê yê heye û nîşana hatina agahandinekî pirr rast û hêjaya ku her gerrohekî wî yê bi hev ra têyê, bi awayê serbest va, ji cîkî dûr da di awakî tek tek û kurt kurt da têyêyî heye. Erê, ji Xwedayê cîhanê pêva da kê heye ku, agahandinekî wuha bi cîhanê û Xwedayê cîhanê ra rast pêywendedarê bikare çêbike û cîhanê, bi awayê rast va biaxivîne?
Erê, di Qur’anê da bi awayê pirr rast û bingehîn û bala û bingehîk va axivan û axivandina Hostayê cîhanê yê dixuyê. Tu nîşanekî ku sextetiyê rava bideyê tune ye. Ew dibêje û dibêjîne. Eger bi awayê hoşandina nebûyîkî va wekî Museylîmeyê, bi cêrga bêsînor va ji berga xwe da derkeve, sextekarane û xwedayê xweyê mezinkarê xwedanê balatî û zoratiyê, bi hoşîka xwe va biaxivîne û heyîkan bi wî ra biaxivîne; her hemin hezaran ravikê sexteyê û hezaran nîşanê sextekariyê, ewê hebin. Lewra, merfên ku di tewşekî xwe yê pesttir da rewşa balatirîn hildidinan; her tewşika wî sextekariya wî rava did. Êdî, li
وَالنَّجْمِ اِذَا هَوٰى ۞ مَا ضَلَّ صَاحِبُكُمْ وَمَا غَوٰى ۞
وَمَا يَنْطِقُ عَنِ الْهَوٰى ۞ اِنْ هُوَ اِلَّا وَحْىٌ يُوحٰى
ya ku vê bingehêyê, bi sondê va eşkera dikeyê binêre, tûj bihoşe.
Tîrêjna SisÊya: Ahistandina peydabûyê bi agahandinê veşarikiyê Qur’ana Ahistekarbêj û biparêztina ciwaniya xwe yê di her çaxî da û bi hevwarhatina wê ya ji her cêrgê merfa ra yê va peyda bûyê ye. Sê ayîsanê ve tirêjnê hene.