di xulya ya ku ji wê da agahan digirin û dinîvîsînêyê da amede dibin. Xwefiroşên xapanokê ku wuha ji berga xwe da be berge borîneiyan, derewandina wan, ji te ra sistiyê bira nede; lewra, di demekî hindik da bingehên te ew ê xulyaên wan serûbin bikin.
اَمْ يُرٖيدُونَ كَيْدًا فَالَّذٖينَ كَفَرُوا هُمُ الْمَكٖيدُونَ
Yan jî, wekî zindîqên dekdar û dubareyên virvirekê ku afirîka wan hilşiyaye; û wicdana wan rizyayeyan ma dixwazin ku; ji raste rêya ku bi destê wan nakeveyî yê, merfan bixapînin; bizivirin û dekka bikin û biçerîxinin ku; ji te ra geh veşargoyî; geh dîwane; geh cahzu dibêjin; digel bi xwe jî bawernakin; ma dixwazin ku êd mayîn bidin bawerkirinê? Dekbaz û virvireyên wuha, merif nejmêre, ji dek û ji dubarê wan daxdar nebe; sistiyê neyne. Belkî pirtir bixebite. Lewra ewana, bi xwe li xwe dekka dikin, ji xwe ra ziyan dikin û di fenatiyê da serketina wan borîke û berkaşkirinê û dekkekî Xwedê ye.
اَمْ لَهُمْ اِلٰهٌ غَيْرُ اللّٰهِ سُبْحَانَ اللّٰهِ عَمَّا يُشْرِكُونَ
Yan jî, mînanê Mecûsiyên ku bi navê xwedayê qencî û xwedayê ziyanê va du xwedayê cihê cihê guman dikinan û mînanê putperes û peywendperesên ku ji peywendên cihê cihê ra curekî xudatiyê didinê; ku wana ji xwe ra yek nuxteyê sipartinê xulya dikinan, ma xwe bal xwedayên mayîn va dispêrin, ji te ra berbirriyê dikin? Ma ji te zengîniyê dikin?
Divêk ew e ku, bi fermana
لَوْ كَانَ فٖيهِمَٓا اٰلِهَةٌ اِلَّا اللّٰهُ لَفَسَدَتَا
yê va vê dûzana balatir û, vê rêzana zîbatir a divan hemî heyîkan da ya ku wekî nava royê dixuyê, kor bûne nabînin. Tewş ev e ku, di gundekî da du serger û di bajarekî da du serwer û di koçwarekî da du dawer hebin; dûzan, serûbin dibe û rêzan tevlihev dikeve. Tewş ev e ku, ji baskê mêşê da bal çirayên asîmana va dûzanekî were nazik hatiye raçavkirinê ku, bihindî baskê mêşê, ji nîvîtiyê ra cî nehatiye hîştinê. Êdî ku evana, wuha dijberê hiş û huwîdeyê û dijdarî bihêk û nagahî tev digerin; bira derewandina wan, ji bîrandinê yê te nede borînê. Êdî me, ji sedan gewherên van ayetên zîncîra bingehan da tek gewherekî wan êgotinê yê di warê hîmûşandinê û kerandinê da yê, bi kurtayî va me rava da. Eger min bikariya çend gewherekî wan hêj rava bidaya, teyê jî bigota: Van ayetana, bi tek serê xwe va ahistegerekî ne.