قُلْ لَئِنِ اجْتَمَعَتِ الْاِنْسُ وَالْجِنُّ عَلٰٓى اَنْ يَاْتُوا بِمِثْلِ هٰذَا الْقُرْاٰنِ لَا يَاْتُونَ بِمِثْلِهٖ وَلَوْ كَانَ بَعْضُهُمْ لِبَعْضٍ ظَهٖيرًا
Qur’ana huwîdedara gotin ahestegîra gencîna ahistekaran û ahestegîra mezina Ehmedaneyî ji rûyên ahestandina wê yên bêberge da nêzîkî çil rûyên ahistandîk, di nivîsokên min ê ‘erebkî da û di Nivîsoka Roniyiyê ya ‘erebkî da û di vexistêka min a bi navê (Îşaratû l-Î’cazê) da û di van Bîst û Çar Gotinê borîn da me balê va awiran daye. Niha emê ji wana da, pênc rûyê wan tenê bi asakî va rava bikin û rûyên dinê bi kurtayî va têxînin nava wana da û bi Pêşîkekî va bal nasandin û bingehîka wê va awir bidinê.
Pêşek: Sê Perçe ye.
Perça yeka: Qur’an çi ye, nasandina wê çawa ne?
Bersiv: Mînanî di Gotina Nozdeha da hatiye vexistinê û di Gotinêd mayîn da hatiye ravadayînê; Qur’an wergeranekî ezelkiyê vê nivîsîka mezin a cîhanê ye; û zarbendê ebedkiyê zimanêd wî yê curevanê ayetên çakandiniyê dixûne û vexistkarê nivîsîka vê cîhana veşarkî; û xuyakî ye û pişkiviyanê guncînêd veşarkiyê navêd Xwedayê veşartî yê di zemîn û asîmanê da ye; û kilîta bingehêd veşêrandî yê dibin rêzên bûyîkan da ye; û di cîhana xuyayî da zimanê cîhan a wendayî ye; û guncîna axifteyên ezelkî yê pakanî û nêrînêd ebedkî yê banîkanî yê hatî yê ji cihana wendayî ya li pişt perda vê cîhana xuyayî ye; û roj û hîm û hendeza vê cîhana veşarîna Îslamê ye; û xerîta pakîna cihanêd mayînkiyê ye; û gotina ravadar û vexistina aşîkar û radara birak û zarbendê xuyakî zat û rewş û nav û karên Xwedê ye; û perwerê vê cîhana merfatî yê; û av û tava Îslamiyeta ku merfatiya meziniyê ye û huwîdeyî bingehînê cureyê merfa ye; û rêber û ravadarê merftiyê ye ku wî bal bextewariyê va dajo, û ji merfa ra hem nivîsîkekî rêzanê ye, hem nivîsîkekî niyaziyê ye, hem nivîsîkekî hozaniyê ye, hem nivîsîkekî perestinê ye, hem nivîsîkekî ferman û gazîkirinê ye, hem nivîsîkekî bîranînê ye,