GOTINA BÎST Û PÊNCA
NÎVÎSOKA AHISTEGIRÊN QUR’ANÊ YE
Di dest da minanî Qur’anê ahistegirekî payîdar hebe
Li radarê dinê geran, ji hişê min ra beyhude dixuyê.
Di dest da wekî Qur’anê radarekî bingehî hebe
ji bo hamuşandina korankeran ra ma li dilê min giranî tê?
Bîrandin: Me di serê vê gotinê da nivîsana Pênc Alavan xwest. Lê di dawiyên alava yekê da, ji bo çapandina bi tîpên berêyî, em ji nivîsana pirr lezane ra neçar bûn. Ta di hinekî rojan da me bîst, sî rûpelî, di nava du-sê se’eta da dinivîsî. Ji bo wê yekê ra me Sê Alavan, kin û kurt nivîsand, Du Alava jî, me nihaka hişt. Li kurtasiy û kêmasiy û hîşkaniy û çewtiyên min ra bi nêrîna nîvandin û asanditî va nêrîna wan, ji birayên xwe da, em dipayên.
Pirê ayetên di vê nivîsoka ahistegirên Qur’anê da her yekî wan, yan ji aliyê zindîqan da bûye bingera rexnandinê, yan ji aliyê xwedanê pîşeyên nû da li berbiriyê rast hatiye, yan ji weswese û bedgumaniyê ahurmanêd merfan û cinan ra bûye armanc. Êdî vê Gotina Bîst û Pênca di awakî were da, bingehên wan ayatan û noteyên wan ravakiriye ku ewan nuxteyên ku xwedanê zindîq û pîşeyê, kêmasî gumankirinêyî, çirûskên ahestandinê û cîgahên xweşbêjiya Qur’anê bûyîna wan bi rêzikên xwendekî va hatiye ravadayînê. Ji bo ku sersemiyê nede, bê ku bedgumanêd wan werine gotinê bersiva birrakî hatiye dayînê.