Kitaplar
Koma Gotinan

   ŞAXA PÊNCA: Pênc mêweyê şaxa pênca hene.

   Mêweya yekê: Hey nefsa min a xweperes û hey hevalê min ê cîhanperes! Hezkirin, peywendekê hebûna vê cîhanê ye. Hem bendika vê cîhanê ye. Hem roniya vê cîhanê ye, hem jîna wê ye. Meriv, ji bo ku mêwekî cîhanî yê firehtir e, hezkirinekê ku cîhanê bistîneyî, di dilê wê dindika wê mêweyê da hatiye têxistin. Êdî, êy ku ji evînekê wiha bê dawî ra hêja bibeyî, xudanê balatîkî bê dawî dibe.

   Êdî, hey nefso û hey hevalo! Du leşên ku ji tirs û evînê ra bibin peywend, di afrîka meriv da hatine têxistinî. Li ser her tewşê da ew evîn û tirsa, yan bal Afirîdê va yan bal afirandiyî va ew ê rûdar bibin. Tewş ew e ku, tirsa ji afirandiyan, derdekî êşdar e. Hezkirina ji afirandiyan jî, kulekê derddar e. Lewra tu, ji êd werre ditirsî ku, li te nabane, yan banînxwaziya te hilnade. Di vê tewşê da tirs, derdekî êşdar e. Evîn jî, tişta ku tu jê hezdikî yan te nanase, “me te sparte Xudê” yê nabêje û diçe, wekî ciwaniya te û pertalê te; yan ji bo evîna te ra te piçûk dike. Ma tu nabînî ku, di evînêd bihûrîk da di sedî da nod û nehê wê, ji dilbera xwe da gilî dike. Lewra bi hindirê dilî neynika peristeyê va ji dilberên cîhankî yê put- asara peristinê, li ber çavê wan dilberan da giran e û giran didêrin û ran dikin. Lewra, afirêk, tiştê afirêkî û hêjayî nin e yê ran dike û davêje. Evînêd bêzîkaneyî, ji daxwava me der in. Divêk ew e ku, tiştê tu jê hez dikî, yan te nasnake, yan te piçûk dike, yan bi te ra hevaltiyê nake, bê dilxwaziya te va cihê dibe.

   Êdî ku were ye, vê tirs û evîniyê, bal yekê were va bizivirîne ku, tirsa te bibe pestanêkî kêfdar; û evîna te bibe bextiyariyekî bê pestî.

   Erê, ji Xwedayê xwe yê mezinkar da tirsan, ew e ku, bal telîzana banîna wî va rê dibîne, xwe davêjê. Tirs, qamçîkî ye, wî bal himêza banîna wî va davêje. Zanayî ye ku, dêye kê, bi nimûne yê va zarokî ditirsîne, ba li singê xwe va dikişîne. Ew tirsa, ji wî zaroyî ra, pir kêfdar e. Lewra wî, bal singê telîzaniyê va dikişîne. Tewş ev e ku, telîziya hemî dêyan, çirûskekê banîna Xwedê ye. Divêk ew e ku, di tirsa Xwedê da kêfekê mezin heye. Êdî ku tirsa Xwedê wiha kêfa wê hebe, di hezkirina Xwedê da çerre bêdawî kêfhebûnî tê zanînê. Hem êy ji Xwedê ditirse, ji tirsa hişk a ku li dara êd mayînê riha dibe. Hem ji bo ku bi jimarîka Xwedê va ye, hezkirina ku ji çêkberan ra dikeyê jî, cihêdar û êşankar nabe.

   Erê, meriv, di pêşiyê da ji xwe hez dike, paşê, ji merivên xwe û paşê ji miletê xwe û paşê ji çêkberên jîndar û paşê ji heyîkan û paşê ji cîhanê hez dike. 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494495496497498499500501502503504505506507508509510511512513514515516517518519520521522523524525526527528529530531532533534535536537538539540541542543544545546547548549550551552553554555556557558559560561562563564565566567568569570571572573574575576577578579580581582583584585586587588589590591592593594595596597598599600601602603604605606607608609610611612613614615616617618619620621622623624625626627628629630631632633634635636637638639640641642643644645646
Fihrist
Lügat