Ê wana jî, di karin hevwarê hilêka wan da xebata wana keyfxweşîkê dide wan. Lewra hilêkek û amadetiyekî hêzaneyî, bikeve rewşa xebat û kirinê, bi firehbûnê va helem dide û keyfekê dide û kêfa di hemî xebatan da ji vê razê da ye. Padaj û jiyanîka vê keri yê olamkaran, sade êm û ev keyfa veşarkî ye, bi wê va bes dikin.
Keri yê Çara: Paleyên were ne ku, dizanin çi dikin û ji bo çi dixebitin û ji bo kî dixebitin; û palêd mayîn ji bo çi dixebitin; û daxwaza wî xudanê kişwer çi ye û ji bo çi dixebitîne. Êdî, ev cûre palane, ji palên dinî ra serektî û payandarkî wan heye. Û li gorî cêrge û paya wan da cêrge cêrge jiyanîka wan heye.
Mînanê vê ya bi xwe, Xudanê Alema yê ku Xudanê Mezinkarê zemîn û asîmana ye û Avakarê Zîbadarê vê cîhanê û cîhana dinê yê, ne ji bo neçariyê, lewra Afirandê her tiştî ew e, belkî mînanê balatî û mezinatî û karên xudatiyê, ji bo hinek ê huwîdeyan ra di seraya vê cîhanê da di nav vê çembera peywenda da, hem periyan, hem canberan, hem hişkan û gîhayan, hem merivan dixebitîne. Bi wana peristinê dide kirinê. Van çar cûran, bi olamêd peristinê yê cûre cûre va fermanber kiriye.
Keri yê Yekê: Mînaka koleya di nimûnê da periyin e. Her çike periyan, di wan da hilkişana bi xebatê va tune ye, belkî her yekê wan, wargekî wî yê payidar û payekî wî yê ravedarî heye. Lê di karên wan bi xwe da nûşekî wanê arizî heye û di peristina wan bi xwe da li gorî cêrgeya wan da rêje hildana wan heye. Divêk ew e ku, padaja wan olamkaran, di nava olamê wan da ye. Çawan meriv, bi av û heway û tav û xurekê va xwarinê hildide û keyf dike; were jî, perî, bi roniyêd bîrandin û pakandiniyê û pesnandin û peristinê û nasîn û evînê va xwarinê hildidin û keyf dikin. Lewra ewana, ji roniyê da afirandî ne, ji bo wê yekê, ji xureka wan ra ronî bes e. Hetta bîna xweşika nêzîkî roniyê jî, cûrekê xureka wan e ku, ji wê kêfxweş dibin. Erê, rewanêd xweşik, ji bîned xweşik hez dikin. Hem di karên ku perî, bi fermana peristeyê xwe va dikiniyê da û di kirinêd ku bi jimarîka wê wî va dikin da û di ewlama ku bi navê wî va dikin da û di nêrîna ku bi nêrîna wî va dikineye da û di anora ku bi spartina bal wî va qezenc dikineye da û di kêfhildana ku bi nêrîna li war û koçwarê wî va digirinêye da û di