GOTINA BÎST Û ÇARA
Ev gotina, pênc şax e, li şaxa çara tûj binêre, li şaxa pênca rahêle û ba lê va hilkişe, mîwan jê bike û bigire.
بِسْمِ اللّٰهِ الرَّحْمٰنِ الرَّحٖيمِ
اَللّٰهُ لَٓا اِلٰهَ اِلَّا هُوَ لَهُ الْاَسْمَٓاءُ الْحُسْنٰى
Em ji pir bingehêd dara ronak a vê ayeta mezin da ba li pênc şaxên bingehekî wê va awir didin..
ŞAXA YEKÊ: Çawan ku padîşahekî di çemberên dawerîka wî da cûre cûre bernavên wî hene, di cêrgên şêniyê wî da cihê cihê nav û rewşên wî hene û di payên padîşahiya wî da celeb celeb nav û nîşanêd wî hene. Bi nimûneyê va: Di çembera dadgahê da dadwerê dadgir e û di ya akişweriyê da padîşah e û di ya eskeriyê da komandarê mezintir e û di ya zanînkiyê da cîgirt e. Êdî bi endaziya li vêya ra tu nav û bernavên wî bizanî, tu dizanî ku, tek padîşahekî, di çemberên padîşahiya wî da û di payên cêrgê dawerîkî da ji hizar nav û bernava ra dibe xudan. Goya ew dawera, di her çemberekî da bi awayê qeratûyê vişarkiyê xwe va û bi bihîstoka xwe va heye û amade ye, heye û dizane û di her cêrgeyî da bi qanûna xwe û bi dûzana xwe û bi ravadariya xwe va dixwiyê û dinêre, tê dîtinê û dibîne û di her payeyî da li pişt perdê da bi daweriya xwe û bizanîna xwe û bi hêza xwe va tevdigere û; dibîne, diçerxîne û dinêre. Were jî, ji bo xudanê cîhanan yê padîşahê ezel û ebedî ra di payeyên xudaniya wî da nav û karên wî yê cûrecûreyî; lê li hev dinêrinan hene û di çemberên xudatiya wî da nav û nîşanêd wî yê cihê cihêyî. Lê di nav hev da dixwêynan hene û di kirinêd wî yê çagirîn da xuyan û vexuyanêd wî yê cûre cûreyî, lê di mînanên hevduyî hene; û di tevgeranêd karîna wî da bernavêd wî yê cihê cihê, lê hevdu didin bihîtiniyê hene û di xuyanêd rewşên wî da xuyanêd wî yê pakî cihê cihê,