Lewra, kêmasî ji wan da dertê û ji bêhilikiya wan da pêşvatî. Ji vê razê ra di awakî nimûnekî nazik da nimûnandinekî veşarkî tê hildane ku, Ezraîl ji Xwedayê bala ra gotiye ku: Di olama istandina rewanada bendeyên te ewên ji min da gilî bikin û hêrs bibin. Xwedayê bala bi zimanê huwîdeyê va ji wî ra gotiye ku: Ezê di navbera te û bendeyên xwe da perda derdan û kulan bihêlim, ta ku giliyê wan, bal wan here, ji te hêrs nebin.
Erê, çawan ku derd perde nin, di nebaşiyêd ku di mirinê da tên gumankirinê ra zivirgahin û di istandina canan da bi awayê bingehînva, huwîde û başî bi olama Ezraîl va xwe girtiye û wisan jî Ezraîl perdekî ye, ji bo ku ji hinekî tewşên ku di istandina canan da bi xuyakîva, bê banik dixuyê û ji balatiya banine ra hevwar nakeviyê ra bibe zivirgah, ji bo wê yeke ra ji wê fermanberiyê ra nêrînkarekî ye û ji karina Xwedê ra perdekî ye. Erê, balatî û mezinatî dixwazin ku pêwend perdedarê deste karinê be, di nêrîna hiş da yekanî û girayî dixwazin ku, pêwand destên xwe bikşînin ji hezê bingehîn da.
ÇIRÛSKA DIDUYA: Binêre li bostanê vê cîhanê, li baxê vê zemînê li rûyê rindê vî asîmanê yê bi stêrkan va zêrandiyêyî tûj binere! Tuyê bibînî ku, yê Hostakî Mezinkar û yê Afiredekî Zîbadar, di wan çêkberên raxistî û reşandî da, li ser her çêkberekî da polekî wî yê arîzandî yî bi afirîdê her tiştî û li ser her afirîberekî wî da gustîlekî wî yê arizî yî bi Hostayê, her tiştî û li ser cêrgeyên hebûka yî nivîsandiyî di rûpelên şev û roja û havîn û bihara yek belavîkî qelema karina wî da turekî wî yî çîlî sextetîyê hilnadeyê hene. Niha ji wan pûlanû ji wan gustîlan û ji wan tureyan da bi awayê nimûne va em ê çend danekî wan bibêjin.
Bi nimûneyê va, ji pûlên wî yê bêjimar da ji pir pûlên wî li ser jîyanê yê danîyî da, li vê pûlê binere ku: Ji tiştekî da her tiştî çêdike. Hem ji her tiştî da tek tiştekî çêdike. Lewra, ji ava tovên û hem ji avekî tê vexwarinê da bêjimar endam û laşen canberan çêdike. Êdî, yê ku ji tiştekî her tiştî çêdike, herhemin ewa karê Karinkarekî Bêbergeh be. Hem yê ku ji xwarinêd bêjimar da ew xwarina canberekî be û gihayekîbe wan gelek mayan bal gewdekî arizîva, bi duzena balava dizivirîne û ji wê da postekî arizî dihûne û ji wê da leşên sade çêdike, herhemin Karinkarekî her tiştiye û Zanayê Bêberge ye. Erê, Aferîdê mirin û jiyanê, divê destegahê cîhanêda, jiyanê bi qanûnekî fermankî ahestgerî werre va digerine ku, wê qanûnê dagerandin û rakişandin arizî bi yekî ku hemî cîhanê di çenga tevgerana xwe dadigire.