bi gorî nefsê da bixebitînî, bi nêrîna li hinkê rindî û nêrîngehêd borîk û bêkudan va ji şehwet û hewesa nefsanî ra dibe olamekarekî di cêrgebina sirajokî da. Eger tu çavî, ji Hostayê çavî yê binger ra bifroşî, li gorî wî û di çembera destûra Wî da bixebitînî, wê çaxê ev çava, bal cêrga nêrînkarekî vê nivîsîka mezina cîhanê û gerînkarekî mucîzatê pîşeyê Xwedakî yê di vê cîhanê da û mêşekî pîrozê kulîlkên rehmetê yê di baxçeyê vê giloka zemînê da yê va hildikişe. Bi awayê nimûne: Zorîka çejnîkara di zimanî da ye, eger ji çêkdarê wê yê Huwîdedar ra tu nefroşî, belkî li gorî nefsê da û bi navê ûrî va tu bixebitînî, wê çaxê, bal cêrgebina dergevanekî tewle û paprîka ûrî va da tê û dadikeve. Eger tu wê ji Rezzaqê Keremkar ra bifroşî, wê demê, zorîka çejnîdara di zimanî da yê, bal cêrga nêrînkarekî zanayê gencîneyêd rehmeta hûmayî va û bal cêrga ceştinkarekî şabaşdarê pêjegahên karîna semedanî va derdikeve.
Êdî hey hiş! Tûj bihoşe. Aletekî bêoxir li kû ye û anaxtara cîhanê li kû ye? Hey çav! Baş binêre. Serajokî gewende li kû ye û nêrînkarekî fendarê nivîsêkxana hûmanî, li kû ye? Hey ziman! Qenc biçejnîne. Dergevanê tewlekê û yasaxvanê paprîkekê li kû ye, nêrînkarê gencîna azariya rehmetê li kû ye?
Û hêj wekî vana, tu alet û leşên dinê endaze bikî, tu yê bizanî ku, bi bingehê va bawerkar bingehînekî hêjayê bihiştê ye û gawir bingehînekî hevwarê dûjeyê bi dest dixîne û peywenda ku her yekî wan buhayekî wusan digreyê, ew e ku bawerker, bi baweriya xwe va emanetê Xwedayê xwe, bi navê wî va û çembera dustûrdana wî da dixebitîne û gawir, zexeliyê dike, li gorî nefsa kotî dixebitîne.
Kara Çara: Merif jar e, derdê wî pirr in û belengaz e, xwestekê wî gelek pirr in û aheste ye, barê jînê gelek giran e. Eger xwe bal Xwedayê karînkarê xwedî celal va nepalîne û nespêre û bal wî va palnede û jê ra dest daneyne, canê wî, tim di nav azarê da dimîne. Zor û êş û ahînên beyhûde, wî dixeniqînin. Yan serxoş yan cinawir dikin.
Kara Pênca: Peristin û tesbîhên wan hemî leşan û aletan û ewan bihayên wan êbala, di çaxekî ku tu pirtir jê ra xwestek dibî yê da di rewşa meyweyên buhuştîn da ji te ra ew ê werin dayînê ku merifên xwedanî çejnî û bişkeftinê û yên xwedanê ariztin û dîtinê, jê ra bûne yekbend.
Êdî, tu vê ticareta pênc cêreke karê nekî, ji bêparbûna van karan pê va tu yê bikevî ziyana nava pênc cûreyê ziyana da.
Ziyana Yekê: Pertal û zarên ku tu ew çend jê hez dikî û nefs û hewaya ku tu jê ra perestinê dikî û ciwantî û jiyana ku tu pê dixapiyan, ew ê beyhûde biçin û winda bibin û ji destê te derkevin. Lê ew ê gunahêd xwe û êşên xwe, ji te ra bihêlin. Li sitûyê te bar bikin.
Ziyana Diduya: Tu yê cezayê zexeliya ji emanetê ra bikşînî. Lewra te aletên bihatirîn, di tiştên bêbihatirîn da xebitand. Te li nefsa xwe sitem kir.