Dibêje û dihuşe. Ji nişkêva dengê Quranê yê asîmankî tê bihîstinê, dibêje: Erê heye. Hem di rewşekî xwediyê pênc cêregekaran da çarekî wî yê rind û hêsayî heye.
Pirs: Ka çi ye?
Berpirs: Firotina emanetê ya ji xwedanê wê yê heqîqî ra ye. Êdî di vê firotinê da di nav pênc cêregekara da kar heye.
Kara yekê: Malê fanî, beqayê dibîne. Lewra, ew umrê borî yê ku ji Zatê Zulcelalê Qeyyûmê Baqî ra tê dayînê û di rêya Wî da tê xerckirinê, bal Baqî va werdigere û meyweyên baqî dide. Wî çaxî deqîqeyêd umir, goya wekî tuximan û dendikan, bi awayê li rû da fenayê dibînin û dirizin. Lê di cîhana beqayê da kulîlkên seadetê vedikin û sunbul didin û di cîhana navberê da dibin yek nêrînegahê ronak û hogirîn.
Kara Duduya: Buhakî wekî buhuştê tê dayînê.
Kara Sisêya: Bihayê her leş û bihîkan, ji yekî da bal hezarê va hildikişe. Bi awayê nimûne: Hiş aletekî ye. Tu ji Xwedê ra nefroşî, belkî bi jimarêka nefsê bidî xebitandinê, dibe aletekî wusa bêoxir û westanker û ahestekar ku êşên ahîngînê çaxa boriyê û tirsên tirsdarê dema were yê, li vî serê te yê bêçare bar dike, bal cêrgebina aletekî bêoxir û ziyankar va tê xwarê. Êdî ji bo vêya ye ku merifê serkêş ji bona rihabûna ji êşandin û ahestandina hişî ra pirr deman, yan bal serxoşiyê va û yan bal leyîstinê va direve. Eger ji xudanê wî yê bingehîn ra were firotanê û bi jimarêka wî, tu bixebitînî, hiş dibe anaxtarekî werre tilsimdar ku xezîneyêd rehmeta bêdawî û gencînêd hikmeta bêdawî yên di vê cîhanê da dibişkifîne û bi vê yekê va bal cêrga rêberekî Xwedankî ku xwediyê xwe, ji bextiyariya timanî ra amade dikeyê va derdixîne. Bi awayê nimûne: Çav, bihîkdarekî ye ku rewan, li vê cîhanê, bi wê pencereyê va dinêre. Eger tu ji Xwedê ra nefroşî, belkî