Herçîke, Qurana Ahestgîr-Axifta ahestgîra mezintira Ehmed (x.g.l) kî yê, ji bingeha hînkirina navan ra bi firehtî va xuyagahiya wî û amancêd rastê zanîna û pîşeyên rast û dirust û balatî û bextiyariyên vê cîhanê û cîhana dinê yê, eşkera rava dide: Hem bi gelekî pirr arzuyandinê mezin va merfan bal wan va dajû. Hem di awakî were da dajû û di arzuyîne ku, bi wî awayê va wuha dide zanînê ku:
“Hey merfo! Ji vê cîhanê da daxwaza balatir, li hemberê xuyana xwedatî yê da perestina fireh ya merifkî ye; û amanca dawîntira merfa, bi zanîna û balatiyan va bal wî perestinê va gihîştîne.” Hem di çehrekî wusa da dibêje ku, bi wî gotinê va wuha awir dide ku: “Her hemin cureyê merfa, di çaxa dawîn da ewê bal zanîna û pîşeyan va were rêtinê. Hemî zora xwe ewê ji zanînê da bigire. Dawerî û zoranî jî, ewê bal destê zanînê va derbaz bibin.” Hem ew Qurana Ahestgîr-Axift, ji ruyê ku pirbêjî û xweşbêjiya Quranekî yê, car bi car pêşda dajû yî yê da razane dide zanînê ku, “Xweşbêjî û pirbêjiya ronaktirê zanîna û pîşeyan bi hemî cure yên xwe va di dema dawîn da ewê çehrekî xweştirên bigirin. Heta, merif ji bo ku hoşikên xwe bi hevdû bidin hildanê û dawerên xwe li hevdû bidin burandinê yê ra ewê sîlaha xwe ya birak ji pirbêjanî yê da û zora xwe ya diyaxsot, ji xweşbêjanê da ewê bigire.”
A pêda yê ew e ku, pirê ayetên Quranê, her yekî wan, enaxtarê yek gencinê balatî yê ye û kilîta yek veşarikê zanatî yê ye. Eger tu dixwazî bal asîmanêd Quranê û bal stêrkên ayetêd wî va bigehêjî, bîst Gotinêd burî yê, nerdîwanikî bîst pêrîk (Haşiye) bigerîne û hilbikêşe û bi wî va bibîne ku, Quran çi rojekî ronake. Li ser bingehên xwedakî yê û li ser bingehên heyîkan da çawan ronîkî zelal direşîne û tavekî pertewîn di belavîne, bibîne.
Çirîk: Êdî, ku ayetên di warê pêxemberan da yî, bal têşikên hilkişanêd merfa yê nihaka yê va yek awiran didin. Di gel ku bergên wan ê pêşdatirînê mînanê ku çixîz dikinê yê rewşekî axiftina wan heye; û êdî ku her ayetekî, ravadayîna wî ya gelek divîkan cîdare, belkî yekbende; û êdî ku diwarê pêrûya pêxemberan û çûyîna li pê wan da fermanêd bêbergeh hene; wekî were ye tê gotinê ku, evan ayetên burî yê di gel ku divîkên xwe yê eşkera yê rava didinê va, “Hêjatirînê pîşe û şaxên merfanî yê di awakî awirikî da rava didin, hem jê ra tê arzuyandinê.”