divêkî ji jîna wî ya veşarkî û cîhana dinêyî ra yê da di ciyê padîşah û kumandarê jiyandaran da ye.
Divêk ew e, hey nefsa min! Eger tu jîna vê cîhanê bixînî armanca daxwazî û tim jê ra bixebitî, tu dikevî ciyê çivikekê piçûk da. Eger tu jîna cîhana dinê, bigerînî armanca daxwazî û vê jiyanê jî, ji wê ra bikî çare û zevîgah û bi wê goreyê va tu bixebitî, wî çaxî, tu dibî mînanê kumandarekî mezinê jiyandaran û di vê cîhanê da dibî bendekî Xwedê yê nazik û niyazdar û mêvanekî wî yê mukerrem û muhterem.
Êdî, ji te ra du rê. Rêya tu dixwazî dikarî hilbijêrî. Hîdayet û tewfîqê ji Erhemurrahimîn bixwaze...
***