hemî pêxemberên bal ahestegîrêd xwe va xwe dispêrinan û hemî dilrewşenên xwe bal anorêd xwe va dipalînan, her yekê wan doza wî, dirastînin û mor dikin. Lewra ew (la îlahe îlle l-llah) dibêje û doz dike. Wan hemî zikirdarên ronakî cêrge girtiyên li aliyên rast û çep da dibê; di dema borî û hatî da yan wê axiftê bi xwe yê dizivrînin û lê kom dibin, bi devêkî va
صَدَقْتَ وَ بِالْحَقِّ نَطَقْتَ
(Te rast got û bi rastî yê va tu axifî.) dibêjin. Berga kîjan gumanê heye ku, di dozekî wuha bi morên bêjimar va hatiye destekkirinê yê da tiliya xwe têxînê?
XUNAVA DIDUYAN: Ew radara ronaka yektiya Xwedê çawan ku, bi komanî û yekbendiya her du baskan va tê destekkirinê; wisan jî, nivîsikên asîmankî yê wekî Tewrat û Incîlê (Haşiye) bi sedan nîşanêd xwe va û îrhasan bi hezaran razên xwe va û axiftokan bi nîşanêd xwe yê navdar va û veşargoyanbi guwahiyên xwe yê li peyhev va û hezaran ahestegîrêd wî yê wekî têşana heyvê yê, bi ravedayînêd xwe va û şerîetê bi rastiya xwe va wî destek dikin û dirastînin. Çawa ku di wî bi xwe da xûyên wî yê xweşikî di dawiya balatî yê da û di olama wî da xuristên wî yê biha yê di dawîka rindî yê da û balatiya spartîka wî û parêztiya wî ya di ser adetê ra û perestiniya wî ya di ser adetê ra û dilberiya wî ya di ser adetê ra û zîrekiya wî ya di ser adetê ra yên ku sitûriya baweriya wî û dawiya çêkdariya wî û dawîka spartina wî yê rava didinan, di doza xwe da di cêrga dawîn da rastbûyîna wî yê, wekî rojê eşkera dikin.
XUNAVA SISÊYAN: Eger tu dixwazî, were em bal çaxa bextiyarî û Cizîra Ereba va diçin. Bira bi xeyalê va be, em wî di serê xebatê da dibînin û ziyaret dikin.
De binêre: Em merfekî bijartî yê bi xweşxûyî û rindçehreyî va yê dibînin ku, di destê wî da nivîsikekî ahestegîre û di zimanê wî da axiftinekî aşine yê bingeha ye. Ji hemî zarên Adem ra belkî ji cin û merif û periya ra belkî ji hemî hebûkan ra axiftinekî ezelkî yê dixwûne. Korandîka sosreta raza çêketina cîhanê yê vedixîne û rava dide û tilsima girêdaya raza heyîka yê vedike û dipişkivîne û ji sê pirsên mezinê zor û bêtirê ku ji hemî hebûkan tên pirsînê û hemî hişan di nav gêjanî yê da dipelînin ku, “Tu çi yî û ji kû da têyî û bal kû va diçî?”yê ra hêja û baş bersivê dide.