GOTINA PÊNCAN
بِسْمِ اللّٰهِ الرَّحْمٰنِ الرَّحٖيمِ
اِنَّ اللّٰهَ مَعَ الَّذٖينَ اتَّقَوْا وَالَّذٖينَ هُمْ مُحْسِنُونَ
Eger tu dixwazî bibînî ku limêjkirin û nekirina gunehên mezin, çi gune wezîfeyekî merivatiyê yê heqîqî ye û çi hindê netîceyekî xilqeta merivtiyê ya fitrî û munasib e, li vê çîroka numûnekiyê binêre û guh bidiyê:
Di koçberiyê da di tabûrekî da yekî wî, hînkirî û olamperwer; ê dinê, hov û nefisperwer, du esker bi hev ra hebûn. Eskerê olamperwer, li hînbûn û cengkirinê tûj dinêrî, li erzaq û ratiba xwe, tew nedihuşiya. Lewra, wî zanîbû ku xwedîkirina wî û dayîna techîzatên wî, ku nexweş be dermankirina wî, heta li nik divêkiyê da parîdaniya li devê wî da olama dewletê ye û olama wî ya hîmaneyî, hînbûn û cengkirin e. Lê carina, di karên xûrekan û cîhazan da dixebite. Qazanê dikelîne, karwaneyê dişo û tîne. Jê were pirsînê ku “Tu çi dikî?” Dibêje: “Ez angerya dewletê dikşînim.” Nabêje: “Ez ji bo xwarinê dixebitim.”
Eskerê dinê yê zikperwer û hov jî, li hînbûn û cengê tûj nedinêrî. Digot, “Ew karê dewletê ye. Çi ji min ra!” Tim xwarina xwe, dihuşiya. Li pey wê digeriya. Tabûrê dihişt, bal çarşiyê va diçû. Dida û distand. Rojekê hevalê wî yê hînkirî jê ra got: “Bira, olama te ya hîmanî, hînbûn û cengkirin e. Tu ji wê ra bal vira va hatî anînê. Li padîşahî bawer bibe. Ew te, birçî nahêle. Ewa, olama wî ye. Hem tu ahest û belengaz î. Li her ciyî da tu nikarî xwe xwedî bikî. Hem çaxa cengîn