Ez li mirin û ecelê ra dost dinêrim, wekî te natirsim.
Bal gorê va bi kenanî va diçim, wekî te venaciqim.
Ez wê wekî te devê ejderhayî û nivîna kovîtiyê û gewriya tunetiyê nabînim.
Ez ji gora ku min bal dostan va digehêjîne yê da teng nabim, wekî te hêrs nabim.
Deriyê Banînê ye, deriyê Roniyê ye, deriyê rastiyê ye, ez ji wê da nagivişim û şûn va nakişim.
“Bîsmîllah” dibêjim, (Haşiye) di rê dikutim, li pişt xwe va nanêrim, tirsê jî nagirim.
“Elhemdulîllah” dibêjim, hêsaniyê dibînim, radikevim, tengiyê nakişînim, di kovîtiyê da namînim.
“Allahû Ekber” dibêjim, banga heşrê dibihîzim (Haşiye) radibim,
ji komgaha mezin da venakişim, ji mizgefta gir da şûn va nakişim.
Di siya bexşana Yezdan û roniya Quranê û rêje ya baweraniyê da tew ber xwe nakevim.
Li cî da namînim, dibezim, bal siya erşê Xweda va difirim, wekî te şaş nabim, Xwedê hez bike.