GOTINA HEVDEHAN
بِسْمِ اللّٰهِ الرَّحْمٰنِ الرَّحٖيمِ
اِنَّا جَعَلْنَا مَا عَلَى الْاَرْضِ زٖينَةً لَهَا لِنَبْلُوَهُمْ اَيُّهُمْ اَحْسَنُ عَمَلًا ۞
وَاِنَّا لَجَاعِلُونَمَا عَلَيْهَا صَعٖيدًا جُرُزًا ۞ وَمَا الْحَيٰوةُ الدُّنْيَا اِلَّا لَعِبٌ وَلَهْوٌ ۞
(Ev gotina han, du wargehên bala û pîşekî ronak e.)
Xwedayê Afirîdê Banînkar û Xurekdayê Bexşekar û Hostayê Huwîdedar, vê cîhanê ji bo afirîna rewan û rewanîkan ra di rewşa cejnekî û bajarayînekî da çêkiriye. Bi nimûçên hosretê hemî navêd xwe va sosikandiye. Ji her rewanekî mezin û piçûk, bala û xwarik ra gewdekî ji wî ra hêjayî û ji pargirtina ji zîbatî û qenciyêd cûre cûre yê bêjimarê di wê cejnê da yê ra hevwar û bi bihîkan va çekandiyê, lê dipoşîne û hebûnekî gewdeganî yê dide yê û carekî bal wê nêrîngahê va dişîne.
Hem wê cejna pirr fire ya ji aliyê çax û cîgahê dayê, li çaxan û li salan û li demgehan û ta li rojan û li parçên zemînê ra parî dike. Her çaxekî, her salekî, her demgahekî, ta di alîkî da her rojekî, her perçekî zemînê yê, ji yek gerohe afirînde yên xwe yê candar ra û ji çêkberên xwe yê gihakî ra di awayê yek rewşê bûrîk da cejnekî bala yê çêkiriye û bi arizî va rûyê zemînê yê, bi arizî va di çaxa bihar û havînê da ji gerohên çêkberên piçûk ra cejnêd werre pertewdar û li pêy hevda ne, ku balkêşanekî ku rewanîk û periyan û çêkdarên asîmanê di qatên bala da yan, bal geranê va kaş bikeyî dixuyê û ji bo xwedanê hoşanê ra dibe nêrîngahekî şêrînê werre ku, hiş ji nasandina wî da aheste ye. Lê, di hemberê vexuyanêd navê Banîndar û Jînkarî di vê mêvantiya xwedakî û cejna xwedankî dayî da navê Zordar û Mirandkar, bi cihêtî û mirinê va li hemberê wan da derdikevin. Eva jî,
وَرَحْمَتِي وَسِعَتْ كُلَّ شَيْءٍ
ji firehtiya werhatina banîna wî, bi xuyakî va hevwar nakeve.