Berpirs: Ev bûyîka, bi ravedana pirr nîşanêd wekî bûyîna wê ya hem di zivistana hişk da hem di şeva tarî da, hem di sermaya bêtir da, hem arizî mayîna wê ya bi vî koçwar ê ku rûmeta Remezanê nagirinê yê da, hem ji rûyê ku ji sergeraniya xwe da bal hişariyê va nayînê yê da ji bo ku bi sivikayî va gêjan hişyar bike yê ra kudandina wê lerzanê yê va ev bûyîka bawerkeran, nîşangah digerîne, li wana dinêre, ji bo hişyarkirina li nemaz û niyazê ra dihejîne û bi xwe jî dilerize.
Di ciyên wekî Erzînganê da pirtir hejandina wê, du rûyê wî hene:
Yekê wî: Ji aliyê hindikbûna sûcê wan da ji bo paqijandinê ra hat lezandinê.
A Diduyan: Dibe ku, bi fesala ku, di ciyêd werre da parêzgirên îmanê û payandarên Îslamê yên stûr û bingehdar hindik in, yan gişt bindest in; merfên zindîqtiyê, li wê derê da gerînekekî xebatê yê daxdarê sazandine. Ji wî aliyî da di pêşiyê da sîle li wan da.
لَا يَعْلَمُ الْغَيْبَ اِلَّا اللّٰهُ
سُبْحَانَكَ لَا عِلْمَ لَنَٓا اِلَّا مَا عَلَّمْتَنَٓا اِنَّكَ اَنْتَ الْعَلٖيمُ الْحَكٖيمُ
***