Lê nêrîn (me bawerî aniye) gotin, guwahî dan; “ Werin binêrin -sergêjane-
حَىَّ عَلَى الْفَلَاحِ
gotin, her kesî guwahdar girtin. Bi wê yekê va hemberî kirin. Hem, li hemberî ku ew padîşahê ezel û ebedê di kenarên cîhanê da padîşahiya xwedatiya xwe eşkere kiriye û yekitiya xwe rava dayîyeyî da yekîtiyê dêran û rastandin,
سَمِعْنَا وَ اَطَعْنَا
gotin, bi olam û bendetiyê va hemberî kirin.
Paşê, li hemberî ku wî Xwedanê cîhana xwedatiya xwe rava kiriyiyê da bi perestina ku di nav jariyê da ahistiyên xwe û di nav parsekiyê da belengaziyêd xwe rava didin û bi limêja ku dobe ya perestinêyê va hemberî kirin. Êdî mînanî vana bi olamêd perestinêyê gûnegûn va di vê mizgefta mezina vî xaniyê cîhanê da ferza jîna xwe û olama jiyana xwe kirin; rewşa rindtirê çêkirinê girtin. Di ser hemî çêkberan da bal cêrgekî werre va derketin ku bi oxira baweriyê va bûn xelîfekî zemînê yê çikdar bi asantî û emantiyê va geriyan û ji vê bergeha têkilandinê û ji vê destgahê rencandinê şûn da Xwedanê wan ê bexişkar, ji baweriya wan ra bi awayê bexşanê va wana bal bextiyariya timmanî va û ji misilmantiya wan ra bi awayê kirî va bal xaniyê xweşiyê va xwest, bexşanekî werre kir û dike ku, di cêrga ku tu car çav nedîtiye û guh nebihîstiye û li ser dilê merifa da nehatiyeyê da di awakî pertew da ji banîna xwe ra xuyangah gerand û ji wan ra timmanî û mayînî da. Lewra, zîbatîkî timmanî û payîdar, arzûvanê wî yê gerînkar û dilberê wî yê ayînedar her hemin timî dimîne. Bal timmaniyê va ew ê biçe. Êdî dawiya şagirtên Quranê wuha ye. Xwedayê bala me ji wan bigerîne. Amîn, amîn, amîn.
Her çike geroha dinê ya har û gunehkar, çaxa ku bi bergeha bingehtiyê va bal seraya vê cîhanê va hatin. Li hemberî hemî ravedarên yekîtiya Xwedê da bi gawirtiyê va hemberî kirin û li hemberî hemî qenciya da bi nankoriyê va berbirî kirin û hemî hebûkan bi bêbihatiyê bi gumanekî gawirkî va piçûkandin û li pêşberî vexuyana hemî navên Xwedê da birandin û korandinê va berdarî kirin. Ji wê yekê da di çaxekî hindik da sûcekî bêdawî kirin. Ji aziranekî bêdawî ra hêja bûn. Erê, ji merifa ra sermiyanê jiyanê û çekên merifatiyê ji olamêd borîn ra hatine dayînê.