fêm û hişê tebeqa ewam ku tebeqa herî pir e, bi tenezzulata ku pê xwe nêzîkî fêhmdariya wan kiriye ya di esnayê xîtaba bi bal wan ve, çawa delîl e û burhanekî eyan û beyan e, ji kemala belaxeta Quranê re; her wusan jî, bûye sebebê dalaleta nefsên nexweş. Lewra ihtiyacê zemanan, cihêreng û cûrbecûr in. Însan jî, bi hêla fikra xwe, bi hest û hîssê xwe, bi zekayê xwe, bi xebaweta xwe ve, ne mîna hev in. Quran, murşîd e. Îrşad, umûmî ye, ji bo hemû însanan e. Ji ber vê qasê, îfade û îrşada Quranê, li gorî îhtiyacê zemanan, daxwaza meqaman, rewşa muxataban, cuda cuda ye.
Ji ber ku heqîqeta hal ev e, çawa ku meriv cûreyên îfadeyên herî xweşik û herî payebilind, di her îbare û îfadeyeka Quranê de bigere, xeta ye; her wusan jî, ku mirov bi mîzan û mîhenga uslûbeka ku li gorî hîs û fêhma muxatab e, li mutekellîm binêre, helbet dikeve dalaletê.
Remz
Ey heval! Sê rûyên dunyayê hene:
Yekî wê: Li axiretê dinêre. Lewra zevî û mezra axiretê ye.
Yê duduyan: Li esmayê husna dinêre. Lewra dunya, mektûb û destgahên esmayê husna ne.
Yê sisêyan: Bîzzat li xwe dinêre. Bi vî aliyê xwe, dibe medar û merkez, ji hewesat û kêfa însanan re û ji bar û berpirsiyariyên evê heyata fanî re. Ger bi nûra îmanê, li her du rûyên dunyayê yên ewwil bête nihêrîn, dunya dibe wek cennneteke me’newî. Aliyê sisêyan, rûyê dunyayê yê fena û xerab e ku tu qedr û qîmeteke wê ya zatî û giring, tune ye.
Remz
Ey heval! Beden û cesedê însan, wek heywanekî malê mîrî yê di destê eskerekî de, ye. Çawa ew esker mukellef û berpirsê xweyîkirin û nihêrtina wî heywanî ye; însan jî, mukellef e ku wê bedenê, xwedî bike.