Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   Mîna vê mîsalê, di nav nefs û Xaliq de jî, nêzîkayî û dûrîtiyek heye. Nêzîkayî, ya Xaliq e; dûrtî, ayîdê nefsê ye. Eger nefs, ji ber dûrtiya xwe ya ji Xweda, bi quretî û enaniyet, ehmeqtî bike, bibêje: “Xaliq li min tesîr nake”, dikeve dalaletê. Û dîsa weqta ku nefs mukafatê dibîne, dibêje: “Xwezika min jî wusan bikira û ez jî wusan bûma”. Gava ku nefs, şîddeta cezayê dibîne, ketma heqiyê dike û xwe li nezaniyê datîne û wuhareng li ber dilê xwe dide.

   Ey noqteya sewda ya ehmeq (xala reşa ehmeq)! Berê fîîlê Xaliq, ne li te ne. Bes li Xaliq dinhêrin. Ewî, kaînat li ser muhendisiya te çênekiriye. Û ji bo xilqeta alemê, te nekiriye şahid. Îmamê Rebbanî negotî: “Atiyeyê melîk, bes matiyeyên wî, karin hilgirin(Hediyên mîr, tenê hespên wî karin hilgirin)”

Remz

 

   Ey heval! Bi taybetî di duayên muhtac û muztaran de, tesîreke mezin heye. Carnan ji bo xatirê duayê wusan, tiştê herî mezin, ji tiştê herî piçûk re mutî û musexxer dibe. Belê, ji bo xatirê duayê masûmekî feqîr û dilşikestî ku li ser textekî şikestî ye, ba û bahoza behrê û dehşet û dijwariya deryayê datîne, disekine. Nexwe, ew Zatê ku bersîva duayan dide, Hakimê hemû mexlûqan e. Nexwe, her wuha jî, Xaliqê hemû mexlûqan e.

Remz

 

    Gelî birayên min! Nexweşiyeke nefsê ya herî muhîm jî ev e ku, dixwaze tişta kullî, di cuziyê de; ya mezin, di piçûk de bibîne. Gava ku nebîne, înkar û red dike. Mesela: Dixwaze di pelqikeke ser avê de, hemû şewq û şemala rojê bibîne. Weqta ku evê yekê nabîne, bawer nake ku ew tav û tîroja di pelqikê de, ji rojê ye û wuhareng înkar dike. Hal we ye ku yekbûna rojê, yekbûna tecelliyata wê îcab nake, naxwaze.

   Û dîsa, delalet û îşaret, îhtiwayê îqtiza nake, naxwaze. Mesela: Şewq û cîlweya rojê ya di pelqikê de, delaletê rojê dike; feqet ew pelqik, rojê hilnagre hundirê xwe. Yanî îhtiwa nake. Û dîsa yekî ku tiştekî bi tiştekî biwesifîne, şert nîne ku muttesifê ewî tiştî be, mîna wî tiştê be. Mesela: Zerreyeke şeffaf, rojê tewsîf dike, diwesifîne; feqet nabe roj. Mêşa hingiv, Saniê Hekîm diwesifîne, feqet nabe Sanî.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat