Ev tesdîqa cimaetê, wek mertalekî manewî ye ku li pêşberî hucûma wehm û weswesan, wezîfe dibîne û kêr tê. Û wê hingê temamê hawas û letaîf û sehkerên însan, şanaz û hissedar dibin. Feqet ev nezera xeyalî ya mumîn a ji Ke’bê re, gere qestî nebe –ne bi niyeta ku jê re ibadetê bike– bîlakîs lazime ku bi şiûrek tebeî be.
Remz
Ey heval! Weqta ku ez di nav tarîtî û zulmeta wehm û weswesan de dimeşiyam, min dît ku her sunnetekî ji sunnetê Resûlê Ekrem Eleyhîsselat û Wesselam, mîna histêrkekê, mîna lambeyekê wezîfe dibîne. Her sunnetekî yan jî her heddekî şer’î, di wan rêyên dalaletê yên tarî de, wek rojê dibilisin û dibiriqin. Di wan rêyan de, ger însan bi qanda misqalê zerre, ji wan sunnetan înxîraf bike û ji rê biqete, dê ji şeytanan re bibe pêlîstok; û ji ewhaman re bibe pêlekan; û ji tirsan re bibe mekan; û ji bargiraniyên qasî çiyan re bibe hemal.
Û dîsa, min dît ku ewan sunnetanan, wek bend û şirît in, ji asîman de hatine daliqandin ku yê xwe bi wan ve bigre, bilind dibe û dighêje seadetê. Yên ku muxalefeta wan bike û tenê xwe bispêre aqlê xwe, dibe fîrewnekî wek wî Fîrewnê ku ehmeqtiyeke wusa dikir ku dixwest bi minarê, derkeve asîman.
Remz
Ey heval! Di nefsa însan de nuqteyeke wusan bi dehşet û dijwar û girêyeke wusan kûr heye ku, zid û dijjan ji hev diwelidîne. Her tiştekê ku di eleyhê meriv de ye, li lehê meriv dizane.
Mesela: Destê rojê dighêje te; bi ronahiya xwe, serê te miz dide. Feqet destê te naghêje rojê. Li gora kêfa te, hereket nake. Nexwe ewçax, munasebeta rojê ya bi te re, du aliyên wê hene: yek, qurb/nêzîkayî; ya din, bu’d/dûrîtî ye. Eger bi wê cîheta ku roj ji te dûr e, tu bêjî “tesîra wê li min tune ye” û bi cîhetê ku ew ji te re nêz e, tu bêjî “ez karim lê tesîr bikim”, ewçax tu cahiltiya xwe îlan dikî.