rêyeke berzaxî ya ku di nav eql û qelb de nû vebûbû. Ji vê çûndin û hatina eql û qelb, ez bêzar bibûm. Lewma, gava ku min nûrek didît, tavilê min kelîmek didanî serê. Feqet wan kevirên kelîmeyên ku min dadanî ser nûran, ne ji bo delaleta wan bû; bes ji bo ku ew nûr wunda nebin, wek nîşan û elametekî, min bikaraniye û daniye. Paşê min dît ku, ew nûr û ronahiyên ku di nav wan zulmet û tarîtiyan de, alîkariya min kirine, lambe û qendîlên tîrêjên roja Quranê bûne ku hatine îlhamkirin.
اَللّٰهُمَّ اجْعَلِ الْقُرْاٰنَ نُورًا لِعُقُولِنَا وَقُلُوبِنَا وَاَرْوَاحِنَا وَمُرْشِدًا لاَنْفُسِنَا اٰمِينَ اٰمِينَ اٰمِينَ