Beyana Uzrê
Ey heval! Ev rîsaleya hanê, cûreyekî tefsîrê ye ku hin ayetên Qur’anê, bi awakî şuhûdî beyan dike. Û mesele û mijarên ku tê de ne, çend baq gul û kulîlk in ku ji baxçeyê Furqana Hekîm hatine çinîn. Lê bila hişkayî û kurtayiya îbareyê, çavê te netirsîne û ji ber vê yekê, dev ji mitale û xwendina wê bernede.
Weqta ku xwandina wê, bitekrar bête ajotin û berdewamkirin, li meriv gellek nas û hêsa tê. Û her wuha, ji serhişkî û inyada nefsê jî, netirse. Lewra çawa nefsek mîna nefsa min a emare, li ber derbên vê risaleyê, berxwe neda û serî pê re dernexist û mecbûrê înqiyad û teslîmê bû û her wusa şeytanê min jî, kire qêrîn û got
أَيْنَ الْمَفَرُّ
Nefs û şeytanên we, ji nefs û şeytanê min asîtir û taxîtir, şeqîtir û serhişktir nînin.
Û dîsa, zen neke ku ew tekrarên di wan delîlên di babê ewil de ku ji bo beyana tewhîdê derbas bûn, bêfeyde ne. Lewra meqam û cîhê taybetî de, li gora îhtiyacê hatine zikirkirin.
Belê neferekî ku di cepha herbê de û di kozikê de rûniştibe û xwe diparêze, weqta ku neçe kozik û mewzîyên li der û dora xwe û di kozîka xwe de, şibak û pacekî din veke, elbet ji bo îhtiyacekê ye.
Her wuha, zen neke ku evan îbareyên evê rîsaleyê yên zor û kûr, ji kêfê re û bi emd û îrada min in. Lewra ev rîsale, nîqaş û gengeşiyek e ji nişka ve û îrtîcalî ye ku li hemberî êrîşên nefsa min a di zemanekî mudhîş û dijwar de pêk hat. Kelîmeyên wê, peyv û pirsên bi dirik û kelem in ku di esnayê wê mucadeleya dijwar de, ketine destê bîr û zêna min. Di wê hengameyê de ku nûr û agir li hev diqelibîn, hişê min diçû. Geh min xwe li erdê didît, geh li asîman; carnan li bin minarê, car li şerefeya minarê bûm. Lewra rêya ku min dişopand,