Nuqte
Ey heval! Di wan bela û musîbetên ku tên serê însanekî mesûm û yan jî heywanan de, hin sebeb û hikmetên wan hene ku fehma beşer nagihêjê. Feqet ehkamê şerîeta fitrî ku cami’ê dustûrên meşîeta Îlahî ne, girêdayê bi hebûna fêmkirina aqil, nînin; da ku hetta tetbîqê tiştekî bêaqil nebe. Hikmet û ehkamê ewê şerîetê, li qelb û hîs û qabîliyetan dinêrin. Kar û kirinên ku ji van mexlûqên bêaqil çêdibin, bi tetbîqa ehkamê wê şerîetê, têne cezakirin.
Mesela: Zarokekî ku çivîkekê yan jî mêşeke ku girtibe destê xwe, bikuje; ew çax, ji ewê hîssa şefqetê re ku ji ehkamê şerîeta fitrî ye, muxalefetê dike. Îcar ji ber vê muxalefetê, weqta ku bişiqite bikeve û serê wî bişkê, ew çax musteheq dibe. Lewra ev musîbeta han, cezayê wê muxalefetê ye. Yan jî pilingeka mê, ewê şefqeta pir zehf û himayeta mêşinî ya ji têjikê xwe re, nade ber çav û karika karxezala reben digre û perçe dike û dike xwur û rizqê zarokên xwe. Paşê nêçîrvanekî rastî wê tê û wê dikuje. Ji ber ku muxalefeta hîssa şefqetê û ya himayetê kirye, marûzê eynî wê musîbeta ku anîbû serê karxezalê, dibe.
Îxtar: Heywanê mîna pilingan, rizqê wan ê helal, heywanên mirar û mirdar in. Kuştin û perçekirina heywanên sax a ku ji bo bikin riziq, li gora ehkamê şerîeta fitretê, heram e ji wan re.