Nuqte
Muhebet û hezkirina ji masîwa û tiştên xeyrî Xweda re, bi du awayî ne û bi du cûre ne. Yeke wî, ji jor de berjêr dibe. Ya din, ji jêr ve, ber bi jor diçe. Mesela:
Însanekî ku ji ewil ve hezkirina xwe bide Xweda, bi saya hezkirina Xweda, her tiştê ku Xweda jê hez dike, hez ji wan dike. Ev hezî û hubba wî ya li mexlûqan par bûye, muhebbeta wî ya li Xweda kêm nake, zêde dike.
Qismê duduyan ew e ku, ewil ji sebeban hez dike û evê hezkirinê dike wesîle ji hezkirina Xweda re. Muhebbeta bi vî awayî, kom û tifaqa xwe muhafeze nake, belav dibe. Û carnan jî, rastê hin sebebên qewîn û hêzdar tê, hemû muhebbeta wî, bi maneya îsmî, bi tevahî cezbê xwe dike, dikşîne bal xwe ve û dibe sebebê helaketê. Ger bighêje Xweda jî, wusûl û gîhandina wê, zeîf û kêm dimîne.
Nukte
Bi vê ayeta kerîme ya
وَمَا مِنْ دَۤابَّةٍ فِى اْلاَرْضِ اِلاَّ عَلَى اللّٰهِ رِزْقُهَا
ve, Xweda Teala rizqê temamê jîndar û ruhberan kiriye bin teahhudê. Feqet tiştê ku em jê re dibêjin riziq, du qism e: Rizqê heqîqî, rizqê mecazî. Yanî rizqê zarûrî heye û rizqê xeyrî zarûrî heye.
Ew rizqê ku bi ayetê, ketiye bin teehhuda Xweda Teala, rizqê zerûrî ye. Belê, bi qanda ku zîheyat û ruhber pê bê xweyîkirin, riziq jê re tête dayîn. Xurtî û zeîfiya cismê jîndaran, li pirbûn û hindikbûna riziq nanhêre. Şahidê vê yekê, masiyên nava behran û balicanê li rû erdê ne. Lê ew rizqê mecazî, di bin teehhuda ayetê de nîne. Bes girêdayê bi kesb û xebatê ye.