Nexwe ew çax, înkara kaînatê mumkun be jî, înkara Sanî û Sene’tkarê wê, ne mumkin e.
Nuqte
Ew dalaleta ku ji xefletê derdikeve, gellek ecêb û gosirmet e. Muqarenet û îlliyetê, tevlîhev dike. (ferq nake navbeyna hevaltî û illiyetê) Di nav du tiştan de, muqarenet û nêzîkayî hebe, yanî her daîm bi hevra çêbibin, kirina yekî, ji ya din re wek sebeb û îllet zen dike; ev zen, îcaba wê dalaletê ye. Hal ev e ku hevaltî û hevrabûna her dem, ne delîl e ji bona îlletê.
Nukte
Ey heval! Ew (ن) a di نَعْبُدُ de ku cem û cemaetê îfade dike, di nezera kesê qelb huşyarê di nimêjê de, rûyê erdê dixe şeklê camiyekî. Îxtar dike û bi bîr dixe ku (ew) di nav wan sefên wê cemaeta mezin a mumînan de nimêj dike ku ji rojhilatê heta rojava rêz bûne.
Û dîsa însanekî ku gava kelîmeya zikrê ya
لاَ اِلٰهَ ِالاَّ اللّٰهُ
ê ji xwe re bike wirdê ziman û bixwîne; bila hemû an û zemanê, di hişê xwe de wek xeleqa zikrê xeyal bike û bîne ber çavê xwe û li aliyê rastê yê wê xelqeyê ku zemanê borî yê mazî ye, pêxember rûniştine û li çepê wî yê ku zemanê pêşerojê ye jî, ewliya cîh girtine û bi cemaetî zikir dikin û ew bi xwe jî, di nav wê cemaeta mezin de ye û tevlî deng û newaya wan a îlahî û şirîn û bilind dibe ku evê qubba asîman tije dike. Kesên ku quwwa xeyala wan bêtir zelal û tûj bin jî, dikarin bikevin xelqeya zikra ku ji hemû mesnûatê mescîda kaînatê pêk tên û guh bidin wan sewt û sedayên ku evê fezayê tînin welweleyê.