Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

û çavbirçîtîyê pir zêde heye û wusa bi sebebên zahirî ve dizeliqe û ewqas hişke hişk xwe pê ve digre ku Munîmê heqîqî lapten ji bîr dike, jê xeflet dike. Ji ber vê qasê, wek cezayê wê xefleta ku wasite û wesîleyan wek xwedî û muessîr dizane û ji Muessirê Heqîqî xeflet dike, hukmê necîsiyê hildaye; da ku tahir û te’fîl bibe. Lewra hukum û heddên dunyayê, dibin sebebê efûya gunehan. Û ev derb û demxa heqaretê ku di nav însanan de xwariye, ji xefleta wî re bûye kefaret.

   Lêbelê heywanên din, ewqas sebeb û wasiteyan nas nakin û qîmetê nadin wan. Mesela, pisîng ji te hez dike, xwe bi te xweş dike, heta ku tiştekî ji te bistîne. Gava îhsanek ku ji te sitend, xwe dike hal û rewşekî wusan, her wekî ku qet te nas nake û di navbera we de hevnasî tune ye û ji bo te, hîsa wê ya şukranê jî tune. Tenê ji Munîmê heqîqî re, hîssa wê ya şukurdariyê heye. Lewra fitreta wê, Xaliq û Saniê xwe nas dike, dizane. Bi zimanê halê xwe, îbadetê Rebbê xwe dike. Şuûr hebe, tune be, ferq nake. Belê, ew “mir mir…” ên pisîngê, “Ya Rehîm! Ya Rehîm! Ya Rehîm!...” in.  

Nukte

 

   Dîsa min dît ku, eger her tişt neyê sipartin bi bal Xweda Teala ve, lazim e ku di yek wextekî zeman de, îlahên bêhejmar bêne îspatkirin. Û hem lazim e ku her yek ji wan îlahên ku ji hemû zerratê kaînatê pirtir in, him ziddê wan hemû îlahan bin û him jî mislê wan. Û di heman demê de, divê weziyeteke wusa de bin ku her yek ji wan xwedanan karibin destê xwe dirêj bikin û di hemû kaînatê de karibin teserrûfê bike.

   Mesela, ew qudreta ku mêşehingivê çêkirye, lazim e ku hukmê wê qudretê, di hemû kaînatê de carî be. Lewra ew mêşa hingiv, numûna unsûrên kaînatê ye, perçeyên wê ji kaînatê têne komkirin û hildanê. Hal ew hal e, di saha wucûdê de, mehel û meqam, tenê mexsûsê Wacîb ul Ehed e. Ger her tişt, hebûna wî, bê sipartin ji nefsa wî re, ew çax di her zerreyekî de ûlûhiyetek lazim e. Mesela gava hostayê Ayasofyayê were înkarkirin, lazim e ku her kevirekî wê, bibe Mîmar Sînan. Nexwe ew çax, delaleta kaînatê ya li ser Saniê xwe, ji delaleta li ser nefsa xwe, eyan û beyantir e.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat