Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

yanî xwediyê nîmetan. Ewî difikire. Fikirîna Nîmetbexş, ji fikirîna lezzet û nîmetê, lezîztir e.

   Aliyê duduyan, çawa ku nîmet dît, çevê xwe dikute ser wî û ewî nîmetî wek xenîmet dizane û bi awakî bêminnet dest bi xwarinê dike. Hal ve ye ku, di hêla ewil de, ku lezzet biqede jî, ruhê wê, baqî dimîne. Lewra Nîmetbexşê wî (nîmetî), difikire. Nîmetbexş jî, xwedî merhemet e. Lewma, hêvîdar e ji berdewamiya van nîmetan. Di hêla duduyan de, xelasbûn û zewala nîmetê, mirin nîne ku ruhê wî bimîne. Ruhê wî jî, ditefe, ditemire. Tenê dûmana wî, dimîne. Lê di musîbetan de, piştî derbasbûna wê(musîbetê), dûmana wan diçe, ditemire, nûra wan dimîne. Dûmana ku li pey lezzetan dimîne jî, gunehên wan in.

   Ey heval! Eger bi nûra îmanê, li lezzetê dunya û axiretê bête nêrîn, di wan de hereketeke daîrewî tê xûyanê. Emsalê wan nîmetan, hevdu teqîb dikin. Yek diçe, mislê wê, tê dewsa wê. Wuhareng, mahiyeta wan nîmetan natemire. Tenê di teşxîsatê cuzî de, firqet û hevqetîna wan çêdibin. Lewma, lezzetên îmanî, bi fîraq û îftiraqê xembar nabin. Feqet di aliyê duduyan de, ji bo her lezzetekê, zewal heye. Û ew zewal bi xwe, çawa êş û elem e, her wusa fikirîna wê jî, elem e. Lewra di vê cîhetê duduyan de, hereket daîrewî nîne, hereketeke rast e, rasterê ye. Lezzet, mehkûmê mirineke ebedî, dibe.

Nuqte

 

   Ey heval! Eger însan sebeb û wesîleyan bike hemêza xwe û pê re biricife, dibe sebebê zîllet û heqaretê. Mesela, kûçik di nav hemû heywanan de, çend sifatên wî yên baş hene û bi wan sifatan meşhûr bûye. Hetta sedeqet û wefadariya wî, bûye gotina pêşiyan. Ji bona van wesfên wî yên baş, hêja bû ku di nav însanan de, wek heywanekî mubarek bihata dîtin; mixabin ne ku mubarek, bîlakîs mehkûmê hukmê necîstî û heramtiyê bûye.

   Di heywanê din ên wek mirîşk û çêlek û pisîngan de, digel ku hîssa şukurdariya li hemberî qenciyên ku însan bi wan re dikin, di wan de tune jî, li bal însanan mubarek û ezîz hatine hesibandin. Hikmetê vê yekê ev e ku, ji ber ku di kelb/kûçikê de, merezê hirs 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat