Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   Rûyê dudyan: Carnan wehşeteke zahirî hebe jî, heqîqet û batinê de, bi nasî û unsiyeteke daîmî tijî ye.

   Qurana Ezîmuşşan, nezer û nêrînan, dizivirîne bi bal rûyê qismê duduyan ku bi axiretê ve girêdayî ye. Lêbelê qismê ewil, dijê axiretê ye û girêdayî bi adem û nemanê ye. 

   Û dîsa, du rûyê mumkînat/mexlûqat jî, hene.

   Yekî Wî: Enaniyet û wucût/hebûn e. Ev yeka han, fanî ye, diçe tunebûnê û diqulibe ademê.

   Yê Duduyan: Adem û mehfiyet e ku bi terka enaniyetê, pêk tê. Ev yeka, li Wacîbul wucûd dinêre, hebûnekî qezenc dike. Ji ber vê qasê, ger ku hebûnê bixwazî, xwe munadîm û tunne bike; da ku wucûd û hebûnê bibînî û bidest bixî.

Nukte

 

(Derheq nîyetê de ye ku kelîmeyeke ji wan her 

çar kelîmeyên ku di muqeddîmê de derbas bûne.)

   Ey heval! Ev mesela niyetê, mehsûlê çil salê umrê min e. Belê niyet, xwediyê xasiyeteke wusa ye û cewher û îksîrekî welê ye ku hal û hereketan û adetan, digerîne bi îbadetê.

   Û dîsa nîyet, ruhekî wusa ye ku hal û helwestên mirî û temirî, vedijîne û vedigerîne îbadetên zindî û jîndar.

   Û dîsa, di niyetê de, xasiyeteke wusan heye ku gunehan dike xêr û xêran dike guneh. Nexwe, niyet ruhek e. Ruhê wî ruhî jî, îxlas e. Nexwe ew çax, necat û xelasî, tenê bi îxlasê ye. Va ye ji ber vê xasiyetê ye ku, di zemanekî hindik de, emelên pir, pêk tên. Ji ber vê qasê ye ku, di umrekî kurt de, cennet bi tevî hemû xweşî û lezzetên xwe, bi dest dikeve. Û bi sebeb niyetê însan, dibe şukurdarekî daîmî û sewaba şukrê qezenc dike.

   Û dîsa, nîmet û lezzetên dunyayê, bi du awayî tên xuyan.

   Di hêlekî de, tê fikirîn ku evan nîmetan ji teref Nîmetbexşekî ve hatine dayîn. Û nêrîn û nezer, ji wê lezzetî derbas dibe û dizivire ber bi Nîmetbexş, 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat