Nukte
Ey heval! Îman, di navbera hemû tiştan de, biratî û îrtibateke heqîqî û rabiteyên îttihadê saz dike.
Kufir jî, wek sarî û sermayê, her tiştî ji hevûdu dûr dixe, û wan ji hevdu re dike ecnebî û neyar. Ji ber vê qasê, di ruhê mumîn de, kîn û neyartî û hovtî tune ye. Bi dijminekî xwe yê herî mezin re –di alîkî de– biratiya wî heye. Di ruhê kafir de, çawa hirs û neyartî heye; wusan jî, terefdarî û îtimada wî ya bi nefsê jî, pir e. Lewma, di heyata dunyayê de, xalebe carna dikeve destê kafiran. Û dîsa, kafir heyata dunyayê de mukafatê qenciyên xwe, qismen dibîne. Û mumîn jî, cezayê xerabiyên xwe dibîne.
Lewma, hatiye gotin ku: “Dunya ji kafiran re wek cennet e(yanî li gor axiretê) û ji mumînan re wek cehennem e(nîspet bi bal seadeta wî ya ebedî ve. Ya rast, mumîn di heyata dunyayê de jî, sed qat mesûdtir e.)”
Û dîsa, îman, însan diqulibîne bi bal cewherekî wusa ku hêjayê ebediyet û cennetê ye. Lêbelê kufir, ruh û qelbê însan ditefîne, difetisîne û di nav tarîtiyê de dihêle. Lewra îman, dendikê di nav qaçilê de, nîşan dide. Feqet kufir, qalik û dendikê, ji hev ferq nake. Qalikê jî, wek dendikê dibîne. Însan ji mertebeya cewhertiyê, dadixîne dereka komirtiyê.
Nuqte
Ey heval! Li gora dereca nexweşiya qelb û ruh, mêl û muhebbeta ji ilmên felsefeyê re, zêde dibe. Ew merezê nexweşiyê jî, li gora mijûlaya bi ilmên eqlî ne. Nexwe, nexweşîyên manewî, însan sewq û teşwîqê bi bal ilmên aqlî dikin. Kesê ku meşxûlê ilmên felsefeyê bibe, mubtelayê nexweşînê qelbî, dibe.
Û dîsa, min du rûyê dunyayê dît.
Rûyekê wê: Kêm-zêde, dostanî û xweşikayiyeke wê ya zahirî hebe jî, hundur û batinê wê, bi wehşeteke daîmî, tijî ye.