Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   Ew enaniyeta ku bi ava xefletê hêşîn dibe, ji bo fêmkirina sifatê Xaliqê Kerîm, wahidekî qiyasî ye. Lewra însan tiştê ku nedîtibe, bes bi qiyas û temsîlê fêm dike. Mesela, însanekî ji bo ku qudreta Xwedê Teala fehm bike, teqsîmatekî çêdike û dibêje: “Ji vir heta wir, di bin dest û quweta min de ye; ji wê pê ve, di bin qudreta Wî de ye” û wuhareng xêz û xeteke wehmî dikşîne û meselê fêm dike. Paşê wê xeta mewhûm jî, xerab dike, hiltîne û wan tevan jî, teslîmê Xweda dike. Lewra nefs, çawa ne xwediyê xwe ye û wusan jî, ne xwediyê cesedê xwe ye jî. Cîsmê însan, bes makîneyeke îlahî ya ecêb e. Cîlweyeke qudreta ezelî, bi qelema qeza û qederê, di wê makîna balkêş de, dişixule. Ji ber vê qasê, însan bila dest ji dewa fir'ewntîyê berde û mulk, teslîmê Malikê wî, bike. Li emanetê, xiyanetiyê neke! Gava bi xiyanetê, zereyekî bispêre nefsa xwe, ew çax mulkê Xweda, li sebebên bêcan û camid parve dike.

   Heqîqeta Duduyan:

   Ey nefsa emare! Qetî’ bizanibe ku, dunyayeke te ya xusûsî, lê gellek fireh, heye. Li ser emel û hêvî û teellûqat û îhtiyacan ava bûye. Esl û esasê wê yê herî mezin û sitûna wê ya yekane, heyata te ye. Hal ev hal e ku ew sitûna heyata te, kurmî ye û ew xîmê binî jî, rizî ye. Xulase, ji bingeh û binyada xwe de, qels û jar e. Her daîm, li ber hilweşînê ye.

   Belê, ev cîsm û bedena han, ebedî nîne; ji hesin nîne; ji kevir nîne. Bes tiştekî îbaretê ji goşt û hestî ye. Nişkê ve, bi ser te de hildişê, tu di binî de dimînî. Ka binêre, çawa zemanê borî yê mazî, qebristaneke fireh e, ji kesên mîna te yên paşerojê re. Her wusa, zemanê îstiqbalê yê li pêş me jî, dê bibe mezarîstaneke fireh ji te û ji kesên mîna te re. Îro, tu di navbera du qebran de yî. Êdî tu dizanî.

   Ey heval! Dunyaya ku em dizanin û dibînin, her çiqas yek e; feqet dunyayên bi qasî hejmara însan, di xwe de, girtî ye. Lewra, ji bo her însanekî, dunyayeke wî ya tam a xeyalî heye. Lêbelê, gava ku dimire, dunya wî, li serê wî de hildişê û qiyameta wî, radibe.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat