Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   Nexweşiya Sisêyan: “Xurûr” e.

   Belê, bi sebeb xurur û quretîyê, însan ji kemalat û qencîyên maddî û manewî mehrûm dimîne. Ger bi sebeb xurûrê, însan tenezulê kemalat û qencîyên însanên din neke û kemalatê xwe kafî û bilind bibîne, ew însan naqis e û kêm e. Însanên wuha, melûmat û keşfiyatên xwe, bilindtir dibînin û ji îrşad û keşfiyatê selefê salihîn mehrûm dibin. Marûzê ewhamê dibin û lapten dixurifin û ji rê derdikevin. Hal va ye ku, ew keşfiyatên ku selefê salihîn di çil rojî de bi dest xistine, evana di çil salî de nikarin bikin.

   Nexweşiya Çaran “Sûî zan” e.

   Belê, însan memûrê bi husnê zennê ye. Însan, gere her kesî, ji ser xwe re bizanibe. Ew exlaqê nebaş ê ku pê re heye, bi sebeb sûî zenna xwe, bila teşmîlê însanên din neke. Û ji ber ku hikmeta hin hereketên ên dinan nizane, bila lome û şermezar neke. Ji ber vê qasê, neqaîlbûna bi hin halên selefên azamê kîram ên ku meriv hikmetê wan nizane, sûî zan e. Sûîzen jî, heyata îçtimaî ya maddî û manewî xerab dike.

   Ey heval! Hin heqîqetên ku min di ger û geşteke xeyalî ya di bin erdê de dîtine, ezê beyan bikim:

   Heqîqeta Pêşîn:

   Ey heval! Xefleta ji Malikê heqîqî, dibe sebebê firewniyeta nefsê. Belê, yê ku Malikê heqîqî ku her tişt di bin teserrûfa wî de ye, jibîr bike; xwe wek xwediyê xwe, zen dike û dikeve wehma hakimiyetê. Û yên dinan jî, xasma sebeban, qiyasê nefsa xwe dike û qeydê deftera malik û hakîmiyetê dike. Û wuhareng, mal û milkê Xweda, li wan parve dike. Li hemberî ehkamê Îlahî, dest bi muareze û mubareze û berbiriyê dikin.

   Hal eve ku, ev enaniyet û azadiya ku ji teref Xweda Teala ve hatiye dayîn ji însanan re, ji bo wezîfa fêmkirina sifatên ûluhiyetê, wek terazî û qiyasekî ne. Heyf û mixabin bi sûî îxtiyara xwe, kiriye alet ji hakimiyet û îstiqlala xwe re; bûye firewnekî heta tu bêjî.

   Ey heval! Ev heqîqeta letîf, tam bi eyan û eşkere, wuha ji min ve hate dîtin ku: 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat