Teqrîz
(Teqrîza Fazilê Muhterem Şêx Safwet Efendî ye ku reîsê hêja yê Meclîsa Mushef û Tetkîka Muellefatê Şer'î ye)
Hemd ji Xwedê Telala re be û selat û selam li ser wî pêxemberî be ku jê re Quran nazil bûye û li ser al û eshabê wî be ku bînaya dîn tehkîm û amade kirîne.
Rîsaleya bi navê “Dilopek ji Behra Tewhîdê” tecelliyê çavê min kir. Min di navbera wê behrê û evê dilopê de, tu ferq nedît. Lewra, bi rastî ew dilopa, ji wê behrê tê û dîsa dikeve nav wê behrê. Ji bo say û xebata Allame Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî ku av vexwarina bi kulman a ji behra tewhîdê û şîr mêtina ji memikên Îslamê de, birayê me ye; şukrên bêhed ji Xwedê Teala re…
El –Feqîr, Tûrabul Eqdamul Ûlema
Safwet
(Rahmetullahî aleyhî)