Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   Merteba înfial û çêbûnê, girêdayê merteba failiyet û senetkarîyê ye. Ev îstilzam û îcaba di navbera van mertebeyan de, bizzarûre Xaliqekî Wacîb û Wahîd û Feal dixwaze û îqtiza û îcab dike.

   Û dîsa, em bala xwe didinê ku, di kaînatê de, çi dibe bila bibe, hetta negihêje heddê kemalê, ji hereketa xwe, nayê xwarê. Weqta bigihêje heddê kemala xwe, terka hereketê dike û di sikûnê de disekine. Ji vê rewşê tête zanîn ku hebûn û wucûd, kemalê dixwaze. Kemal jî, subût û seknê îcab dike. Nexwe ew çax, hebûna hebûnê, bi kemalê ye. Kemala kemalê jî, bi dewamê ye. Êdî ku wusa ne, helbet Wacibekî sermedî, Kamilekî Mutlaq heye ku hemû kemalatê di mumkînatan; her yeke wî, siyeke cîlweya nûra kemala Wî ye. Nexwe ew çax, Xwedê Teala, di zat û sifat û efalê xwe de, kamilê mutlaq e.

   Û dîsa, batin û hundurê her tiştî, ji zahir û derê wî, şefaftir û letîftir e. Ev jî, delalet dike ku Sanîê wan, dûr û dervayê wan tiştan, nîn e. Ji hêla ku bi terefê Sanî ve, nîzam û muwazeneya wî tiştî, bi eşyayê din re, tête danîn ve jî, lazim e ku Sanî, ne di hundurê wan tiştan de be. Ew çax weqta ku li zatê mesnûekî bête nêrîn, ilm û hikmetê Sanî, tê dîtin. Gava li hemû hêlên wê bête nêrîn, tê xuyanê ku Sanî, xwedî sem’ û beserekê, yanî dîtin û bihîstineke fewqel kull e û li ser her tiştî re ye. Ji vê heqîqetê hate fehmkirin ku Sanîê alemê, çawa di alemê de nîne, her wusa li dervayê alemê jî, nîne. Çawa ku bi ilm û qudreta xwe ve, di hundurê her tiştî de ye; wusan jî, li ser her tiştî ye. Çawan ku tiştekî dibîne, wusan jî her tiştî, bi hev re dibîne.

   Ev heqîqetana, hin ayatê nûranî ne ku wek rengê keskesorê, di nav hev de ne. Kaînat, delalet û şehadetê îcaba hebûn û yekbûna Xaliqekî ku bi hemû wesfên kemalê ve muttessif e, dike. Belê kaînat, siya nûra wî Xaliqî û teceliyatê esmayê Wî û eserê efalê Wî ye.

   Ey heval! Kaînat bi zimanê van heqîqetên derbasbûyî, dibêje

اَللّٰهُ لاَ اِلٰهَ اِلاَّ هُوَ

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat