Digel vê qasê, ji şerîkan re ne cîh e, ne war e; û ne jî îmkaneke zatî heye. Û ji bo hebûna şirîkan, ne delîlek û ne jî îhtimaleke ku ji delîlekî derketiye û ne jî îşaretek heye. Û li tu aliyekî kaînatê, ji şirîkan re cîh û kozikek tune. Bîlakis tu li ku derê û li kîjan alî binêrî, sikkeya tewhîdê, tê xuyanê. Nexwe, muessirê heqîqî, tenê Xweda ye.
Belê, însan digel ku di kaînatê de, yê herî bi şeref e û di nav sebeban de, yê xwedî îrade û îxtiyara herî berfireh e; di nav fîil û kirinên xwe yê ku bi dest û îrada xwe ve dike de, di karekî xwe yê edetî yê wek xwarin û vexwarinê de, ji sed payê wê, bes parek tenê, aîdê însan e. Însanê ku sultanê sebeban e, gava dest û piyê wî, awha girêdayî be û bêtesîr be, ewan sebebên dinê yên camid, dê çi xeltê belav kin?
Wuhareng, kaînat bi zimanê hebûn û yekbûna ku ji vê heqîqetê dertê,
اَللّٰهُ لاَ اِلٰهَ اِلاَّ هُوَ
yê mutale dike.
Û dîsa, ew tesanud û hevkariya di navbera esmayê îlahî de heye ku tecelliyê hemî beş û zerreyên kaînatê dikin û her wuha, ew eserên ku her wekî bi heft rengên tava rojê û bi cîlwe û cemala xwe ve diçilwilînin, çawa yek in; her wusa jî, şahidiyê didin ku xwediyê wan îsman jî, Wahid e, Ehed e. Û kaînat bi zimanê vê şehadetê dibêje
اَللّٰهُ لاَ اِلٰهَ اِلاَّ هُوَ
û îlan dike.
Û dîsa, hikmeteke umûmî ku hemû bir û beşên kaînatê –kullî û cuzî– îstîla kiriye, tê xuyanê. Û eva hikmeta giştî, xasse û sifatên qest û şuûr û îrade û îxtiyarê tazammûn dike. Ev sifet, delaletê wucûba wucûda Hekîmekî Mutlaq dikin. Lewra kaînat, mefûl e, çêbûye û hatiye çêkirinê. Çawa ku mefûl, bêfaîl nabe; wusan jî, perçekî ji mefûla camîd û bêruh jî, nabe faîl.
Û dîsa, li ser rûpelê kaînatê înayet û alîkariyeke tam, dibriqe û dibilise. Ev înayeta ku sifetê hikmet û lutf û xemilandinê tezemmûn dike,