avê yê ku tê de ronî û rindikayîya rojê tê xuyanê; ew zerre jî, dibin mezherê cîlwe û cemal û şewq û şemal a qudreta ezelî û bi îzna xwediyê qudretê û bi ilm û îrada wî ya bêdawî, di wan zerreyan de terkîb û teşekulat, sazî û avadanî çêdibe. Lewma, çirûsk û birqeke qudreta ezelî, ji ber ku xwediyê xasiyeta qudretê ye, ji hezaran çirûsk û tîrêjên sebeban û ji şah û padîşahê sedeman bi bandordir û xurttir e. Lewra di vê de, tecezzî û înqisam/beşbûn û birbûn heye. Lê di qudreta ezelî de, tune ye.
Û her wuha, zehmet û meşxûliyet jî, tune ye. Lewra qudret ji zatê Xwedê re zatî ye, ne ariz e. Ecz, nakeve navê. Ji çirûskeke qudretê re, zerre û roj, yek in. Mezin ji piçûk, zor û girantir nîne. Û dîsa, ji ber ku tiştên mîna jîn û hebûn û nûr ku eşkere ne û batinê wan şefaf in, di dema çêkirina wan de, di bin wasite û sebeban de, teserrûfa qudretê, tê xuyanê. Belê gava meriv bala xwe bide rewş û rengên jiyanê, dê destê teserrufa qudretê, eyan û beyan, were xuyanê.
Mesela: Ji bo çêkirina gûşîyekî tirî, çiqileke hişk û zirav, dibe wesîle; û ji bo ku di perçekî camê de roj bête xuyanê, qulikek piçûk a ku tava rojê, tê re derbas bibe, bûye sedem; û ji bo rohnîkirina xaniyekî, kibrîtek dibe wasite. Di van kar û kiryarên balkêş û muezzem ên ku di bin van sebebên basît de pêk tên de, tasarrûfa qudretê wek rojê, eyan û eşkere ye.
Û dîsa, ew jan û izdirab a ku ji dalaleta înkarê ya ku ji îstibad û îstixraba ku ji sipartina tiştan a bi bal sebeban, hasil dibe, hemû aqil û Ruhan, mecbûrê firîn û fîrar a bi bal Wacîbul Wucûd dike. Lewra, tenê bi qudret û îrada wî, her muşkîl hall dibin û deriyên girtî, vedibin. Û bi zikrê wî, qelb mutmeîn dibin. Lewma xelasî, bes bi dexaleta dergahê Xweda ye.
فَفِرُّٓوا اِلَى اللّٰهِ
اَلاَ بِذِكْرِ اللّٰهِ تَطْمَئِنُّ الْقُلُوبُ
Va ye kaînat, bi zimanê evê heqîqetê, dibêje