Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

Nexwe ew çax, xaliqê ferdekî, xaliqê hemû new’ê ye. Her wuha, xaliqiyeta new’ekî, girêdayî xaliqiyeta cinsê ye. Dawiya dawîn, her tişt diçe, xwe dispêre 

اَللّٰهُ لاَ اِلٰهَ اِلاَّ هُوَ

   ê.

   Û dîsa, xilqet û hebûn, weqta bê spartinê li Xaliqê bêmîsal, kesên nezer û dîtina wan pir kurt, wek tiştekî zor û zehmet, dûrî aqilan û xerîb dibînin û wuhareng diçin înkara wê. Hale hale, ger hewaleyê sebeban bikin, durbûna ji aqil, xerabet û kulfet, qat qat zêde dibe û dizivire heqîqetê. Lewra, ji Wacîb re hêsan û rihettir e. Mesela; sudûr û çêbûna çend tiştan ya ji mirovekî, rihettir e ji çêbûna tiştekî ya ji çend mirovan. Mesela çêkirina moz/mêşa hingiv, ku teslîmê qudreta Îlahî neyê kirin, muşkîlatên bêhed derdikevin holê. Digel vê qasê, meslehet û weziyetên ku yek dide yên pir û kesretê, ew kesên pir û kesret, piştî gelek meşeqetan encax dikarin pêk bînin.

   Mesela ew disîplîn û întizama ku qumandanek dide gelek leşkeran, gava ji leşkeran bête xwestin, bi rihetî nikarin bi cîh bînin. Nexwe, îsnad û sipartina eşya bi bal Xaliqê Wahîd ve, her çiqas zahiren wek dûrî aqilan bê xuyanê û xerîb were jî, îsnada wan a bi bal sebeb û kesretê de, qat bi qat û gellek muhalên muteselsîl hene. Mesela:

  Ew çax, lazim e ku di her zerreyekî de, sifatên Wacîb ul Wucûd were tesewwur kirin. Lewra, kemala di neqşên wê de, rindiya di senetê wî de, îcaba wan sifatan dike. Him, derheq wê wucûbê de ku şirîkatiyê red dike, gere bawerî bi şirîkên bêhed, çêbe. Him, her zerreyek, lazim e ku him hakimê mutlaqê hemû zerreyan be û him jî mehkûmê wan ê mutlaq be. Lewra nîzam û întizam, îcaba evê yekê dike. Him, divê her zerreyek xwediyê şuûreke tam û ilmekî pir fireh be. Lewra di nav zerreyan de hevkarî û edlayî û muwazene heye. Ev hevkarî û muwazene, tenê bi ilmê pêk tê.

   Ha, wexta em eşya îsnadê sebeban bikin, evqas muhal têne holê. Lê emma, gava teslîmê xwediyê wan ê heqîqî yê ku Wacîbul Wucûd e bikin, ew zerre dikevin weziyeteke wuha ku, mîna dilopên 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat