Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

îsman dibin ku di tesîrê de mutesanid û hevkar in û di encaman de, cihêreng in. Ji ber ku hedef û armanca van sifat û îsman yek in, helbet xwediyê îsmên wan jî, yek in. Ha wuhareng e her jîndarek, bi evê mazhariyetê, şahidiya xwe ya derheq yekbûna Xaliq de, bi 

اَللّٰهُ لاَ اِلٰهَ اِلاَّ هُوَ

   ê îlan dike.

   Û dîsa, ew têkiliya di navbera menzûma rojê û çavê mozehingivê de û awayê munasebeta wan a bi hev re, delalet dike ku her du jî neqşê yek neqqaşekî ne û wuhareng bi

اَللّٰهُ لاَ اِلٰهَ اِلاَّ هُوَ

   ê evê yekê didin zanîn.

   Û dîsa, biratiya cazîbe û hevkêşiya di nav zerrat û ya di navbera roj û sitêrkan de, dide nîşan ku her du qisim jî, nivîsa yek qelemekê ne û wuhareng evê yekê, bi 

اَللهُ لاَ اِلٰهَ اِلاَّ هُوَ

   ê rave dike.

   Û dîsa, ew nîzam û întizama ku di terkîb û murekeban de tête xuyanê, di encama bi cîhkirina her zerreyekî wê murekebatê ya li cîhê layîq, pêk hatiye. Ji ber vê qasê, bêyî ku keml û edla wan xera be, bicîhkirina wan zerreyan a li meqamê wan ê munasib; tenê xassê xwediyê wê qudretê ye ku kare wan murekeban tevan çêke. Va ye, bi zimanê întizama di zerreyan de û wuhareng, dibêjin “Ellahû ekber” û

اَللهُ لاَ اِلٰهَ اِلاَّ هُوَ

   ê dixwînin.

   Û dîsa, teşxîs û destnîşankirina ku firqiyeta ferdekî ji ferdên hemû newekî temîn dike, nivîsîna wê ya bi qelema qudretê, her wuha îcab dike ku, mesela, hemû ferdên new’ê beşer, di nezera qudretê de meşhûd û li berçavan bin. Lewra her ferdekî, dê bi sebeb elameta xwe ya farîqe, ji hemû efradê din, cihê be. Gava hemû ferd hazirê wextê nebin, ew çax elamet û destnîşankirina wan de, muxalefet û ciyawazî pêk nayê. Ev îhtimala jî, batil e. 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat