teserrûfa wî de nîzam û întizamek heye û wuhareng cumleya
لاَ اِلٰهَ اِلاَّ هُوَ
ê dixwîne.
Û dîsa, di kaînatê de întizam û aheng hukumferma ye. Ev her du sifet, şehadetê wehdet û yekbûna Muteserrif dikin û wuhareng heqîqeta
لاَ اِلٰهَ اِلاَّ هُوَ
ê îlan dikin.
Û dîsa, ji ber ku ew qudreta ku rûpela asîman, bi roj û sitêrkan nivîsiye, û qudreta ku rûpelên mozehingiv û morî, bi hucre û zerreyan ve dinivîse, her du yek in; wuhareng bi îlana
اَللّٰهُ لاَ اِلٰهَ اِلاَّ هُوَ
ê, delalet û şehadetê yekbûna Xaliq dike.
Û dîsa, mesela, alîkarî û hevbersivîna di navbera tiştê camid û cihê yên wekî ewr û erdê de, yanî hewara gazî û hewcedariya hevhatina wan û hevkariya wan sitêrkan ku wek a wan gersitêrkên pir dûrî rojê ne û ji hev re û bi rojê re alîkar in, şehadet dikin ku hemû tişt di bin îdareya Mudebbîrekî Qadir de ne û wuhareng bi
اَللّٰهُ لاَ اِلٰهَ اِلاَّ هُوَ
ê îlan dikin.
Û dîsa, muşabehet û mînaniya ku di nav eserên asîmanî yên wek sitêrkan de û munasebeta kulîlk û heywanên li rû erdê yên weke hev de, delaletê yekbûna Xaliq dikin û wuhareng bi
اَللّٰهُ لاَ اِلٰهَ اِلاَّ هُوَ
ê şehadeta xwe îlan dikin.
Û dîsa, her jîndarek mezherê tecelliya gelek esma û sifatan e. Mesela gava jîndarek ku tê wucûdê, mazharê cîlweya îsmê Barî dibe; di sazkirinê de, cîlweya sifatê Musawwîr; gava xwarin û vexwarinê, cîlweya îsmê Rezzaq; weqta ku ji nexweşiyê şifa digre, mazharê tecelliya îsmê Şafî dibe û hwd. Mazharê gelek sifat û