Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   Kelamê Ewwil:

اِنِّى لَسْتُ مَالِكِى

  Yanî “Ez ne xwedîyê xwe me”. Bes xwediyê min, xwedanê kaînatê ye. Feqet ez bi çavê xwedîtiyê li xwe dinêrim; da ku sifatê Malîkê Heqîqî û heta derecekî mahiyet û hudûdê wan, bizanibim. Belê, bi hudûd û tixûbê xwe yê mewhûm û mehdûd, bi qasekî hudûdê bêdawî yê sifatê Malîkê Heqîqî, min zanî.

   Kelamê Duduyan:

 اَلْمَوْتُ حَقٌّ

   “Mirin heq e.” Belê, di vê heyat û bedenê de, qabîliyeta ku bibe sitûn ji vê dunya mezin re, tune. Lewra ewana, ji kevir û hesin çênebûne. Bîlakîs, ji tiştên wek goşt û xwîn û hestiyan pêk hatîne; her çiqas, ji bo demeke kurt gihîştibin hev û civiyabin jî, her dem, li ber hevdaketin û belavbûnê ne.

   Kelamê Sisêyan:

رَبِّى وَاحِدٌ

 “Rebbê min, yek e”. Belê, seadeta her kesî, girêdayî teslîmiyeta bi Rebbekî Rehîm e. Yan na, dê muhtacê gelek rebban be. Lewra însan, di aliyê camîiyet(komplîke)a xwe de, bi temamê tiştan re  eleqedar û  hewcedar e. Û li pêşberî her tiştî –hezkî bila hîs bike, yan jî neke– êş û elemên wî hene. Ev yeka jî, mîna rewş û haletekî tam cehennemî ye. Lêbelê, teslîmiyeta bi bal Rebbekî Wahid ê xwediyê wan sebeban –ku reb têne zennkirin û perdedarê destê qudreta Wî ne– halekî fîrdewsî ye.

   Kelamê Çaran: Ew enaniyeta ku jê ra

اَنَا

tê gotin, yanî meriv pê peya û qîmetekî dide xwe ku ev “ez”tiya, wek santralekê, wek mîhengekê, ji bo nasîna sifat û şuûnatê Xweda, pîvan û mîqyasek e. 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat