بِسْمِ اللّٰهِ الرَّحْمٰنِ الرَّح۪يمِ
اَلْحَمْدُ لِلّٰهِ وَالصَّلاَةُ عَلٰى نَبِيِّهِ
(Tertîba evê risaleyê, li ser çar baban û xatîmeyekî û muqeddîmekê ye.)
Muqeddîme
Ez di umrê xwe yê çil salî de û tehsîla xwe ya sîh salî de, çar kelîme û çar kelaman hîn bûme. Tefsîla wê, dê bête beyan kirinê. Feqet niha bi kurtayî ewê işaret bê kirinê. Meqsed ji her çar kelîmeyan, maneya herfî, maneya îsmî, niyet û nezer e. Wuha ku:
Lazim e ku li masîwa Xwedê Teala, yanî li kaînatê, bi maneya herfî û li ser hesabê Wî, bête nihêrîn. Nihêrîna bi maneya îsmî û li ser hesabê sebeban, xeta û xelet e.
Belê her tiştek, du rûyê wî hene. Rûyek li Heqê dinêre; rûyê din, li xelkê mêze dike. Aliyê ku li xelkê dinêre, lazim e ku wek perdeyeke bi tentene, yan jî wek perçeke cam a şeffaf be ku wek perdeyekê, di bin de, aliyê îsnad û binyada ku heqê dinêre, bide nîşandanê. Ji ber vê qasê, gava ku li nî’met bê nihêrîn, divê Nîmetbexş, dema dêna xwe bide sen’et, lazim e ku Sanî, wexta ku bala xwe bide sebeban, gere Muessîrê Heqîqî, bête hiş û fikra mirov.
Û dîsa, nezer û niyet, mahiyeta eşya diguherînin. Gunehan, diqulibînin xêrê û xêran dikin guneh. Belê, niyet karekî edetî, dike îbadet. Û îbadetekî bi riyakarî, diqulibîne gunehê. Gava li ser hesabê sebeban, li maddeyê bête nihêrîn, dibe cehalet. Li ser hesabê Xweda bête nihêrîn, dibe merîfeta Îlahî.