Qetre
(Dilopek ji Behra Tewhîdê)
Îfadeya Meramê
Melûm e ku însan hesbel qeder dikeve gelek rêyan û pê de diçe û di wan de rastê gelek musîbet û neyaran tê. Hin caran xelas bibe jî, carna jî difetise. Ez jî, bi sewqa qedera Îlahî, ketibûm rêyeke pir ecêb. Û rastê gelek bela û neyaran hatim. Feqet min ecz û feqra xwe kir wesîle û min dexaletê Rebbê xwe kir. Înayeta ezelî, ez teslîmê Qur’anê kirim û Qur’an, ji min re kir muellim. Va ye bi saya dersên ku min ji Qur’anê girtin, ez ji wan belayan xilas bûm, her wusa jî, şer û qîtala ku min bi nefs û şeytan re kir, tê de bi serketim. Şer û pevçûna ewil a bi nefs û şeytan re ku wekîlê hemû ehlê dalaletê ye, di van lefz û kelaman de qewimî:
سُبْحَانَ اللّٰهِ وَالْحَمْدُ لِلّٰهِ وَلاَ اِلٰهَ اِلاَّاللّٰهُ وَاللّٰهُ اَكْبَرُ وَلاَحَوْلَ وَلاَ قُوَّةَ اِلاَّ بِاللّٰهِ
Ez ketim kelha van kelîmeyan û min dest bi nîqaş û munaqeşeya bi neyaran re kir. Di her kelîmekî de, sî carî şerekî bêeman çêbû û em ketin pêsîra hev. Her qeydek, her kelîmeke ku di vê risaleyê de hatiye nivîsîn, îşaretê bi bal muzaferiyeteke min dike.
Heqîqetên di vê rîsaleyê de, bi awakî wusa hatine nivîsîn ku ji ziddê xwe re, îmkaneke wehmî jî, nehiştine. Bi qeydekê û yan jî bi sifatekê ve, îşaretê bi bal heqîqeteke dirêj û delîla wê dike.
Îxtar: Hedîse û cereyanên vî zemanî, pir kesan –mîna min– avêtiye nav tehlîkeyên wehmî. Ez hêvîdarim ku înşaallah ev esera, bi îzna Xwedê, dê wana xelas bike.