Bi alîyê xwe yê din jî, li axiretê dinêre ku îcad û hebûna heşr û axiretê dixwaze.
Mesela: Însanek, bi hebûna xwe ve, bi rindiya senetê xwe ve, çawa delaletê hebûn û yekbûna Saniê xwe dike, her wusa, digel hêvî û hest û îstidadên xwe yên ku dirêjî heta ebedê bûne; mirina wî ya bi zûtirkê û zewal û zaîl bûna wî, delaletê li ser hebûna axiretê dike. Ew întizama hikmetê, xeml û xêza înayetê, lutfa rehmetê, wezna edaletê ya ku di hemû mewcûdat de tê xuyanê, çawa şahidê hebûn û yekbûna Sanîê Hekîm in, wusan jî, delaletê çêbûna axiretê û hatina seadeta ebedî jî, dikin.