Û dîsa em dibînin ku Sanîê sermedî û Sultanê ebedî, li van diyarên ku mêldarê hevdaketin û hilweşînê ne û li van meydanên ku mehkûmê xerabûn û xelasbûnê ne, eserê hikmeteke eyan û înayeteke beyan, edaleteke bilind û merhemeteke berfireh a wusa dide nîşandan; însanekî ku qelbê wî pûç nebûbe û çavê wî kor nîn be, bi eynelyeqîn fêm dike ku hikmeteke ji wê hikmetê kamiltir tune. Û înayeteke ku ji wê inayeta ku eserê wê têne xuyanê, xweştir nîn e. Û edaleteke ji wê edaleta ku emareyên wê têne xuyanê, meztir, ne mumkun e. Û merhemeteke ji wê merhemeta ku fêkiyên wê têne xuyanê, berfirehtir, nayê tesewwur kirinê. Nexwe ew çax, li welatê wî Sultanî, ku warên qedîm, diyarên daîm, şêniyên muqîm, tune bin; lazim e ku ev hikmet û înayet û edalet û rehmeta ku li ber çavan e, berevajî be û biqulibe û ji teref ehlê aql û fikrê ve, înkara wan bête kirinê. Û her wuha, divê xwediyê wan fî’ilên hekîmane, haşa! gere sefîh û zalim be. Lê ev yeka, muhal e ku berevajî û ketma heqîqetê ye.
Ey hevalê ku min guhdar dikî! Zenn neke ku delîl û emareyên çêbûna heşrê û hatina wê, tenê munhesirê van qismên ku me qal kirin e. Heqîqeta ji emareyên bêjimar ên ku Qurana Kerîm nîşan daye û jê tê derxistin ev e ku Xaliqê me, dê me ji van wargeh û pêşengehên dunya fanî derxe û neqlê qerargeha rubûbiyeta xwe ya berqerar û baqî, bike. Û dê evî memleketê seyyal û bêsekan, biqulibîne bi bal memleketekî sabît û sermedî ve. Û dîsa zenn neke ku ji esmayê husna, yên ku heşrê dixwazin û îqtiza dikin, tenê îsmên Hekîm, Kerîm, Rehîm, Adil, Hefîz in. Bîlakîs, hemû esmayê ku eleqa wan bi tedbîra kaînatê re hene, her yekî wî, heşrê dixwaze û îqtiza dike.
Xulase: Mesela heşrê, heqîqeteke wusa ne ku Xaliqê Zîşan, bi esmayê xwe yên celalî û cemalî ve, Qurana Mu’cîzul Beyan a ku îcmaya temamê kitêbên semawî û enbiya û ewliya û esfiya di xwe de girtiye û fexrê kaînatê Hz. Muhemmed (s.) –ekmelul xelq we eşreful însan– çawa li ser hatina heşrê bi îttifaq hukum danîne; her wusa, ev kaînat jî bi hemû ayat û kelîmatê xwe, ji çêbûn û hatina heşrê re şahidiyê dike. Heta her perçeyekî ji kaînatê –çi cuzî dibe, çi kullî; çi cuz dibe, çi kull– du alîyê wê hene. Bi alîyekî xwe, li Xaliqê xwe dinêre; ji hebûn û yekbûnê/wehdaniyetê re delalet dike.