Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

   Mesela: Lazim e ku meriv bala xwe bide heşra nebatî ya di fesla biharê de, li rû erdê, tê çêkirin. Belê, ew qudreta ku di nav şeş rojan de, ji toximê nebatan ê tevlihev, cesedê wan ê ku mirine, riziyane, winda bûne; bêxeta, bêxeletî, eynî mîna berê, saz dike û sax dike; her wuha, heşr û neşrên nebatî yên li meydana rû erdê, çêdike; ji çêkirina erd û asîman a di şeş rojan de, aciz û bêgav nîn e. Ma qet îmkan heye ku heşra însanî ya ku li ba qudreta wî, weke çavgirtin û vekirinê, rihet e; çêneke? Belê, ji qudreteke ku heşra nebatan de, sê sed hezar rûpelên ku kelîme û nivîsên wan bi temamî jê çûne, hemû bi hev re û bêxeta û bêxeletî û di demeke kurt de, nivîsên wan ên berê îade bike, heşra însanî ya ku îbaretê ji yek rûpelekî ye, ma qet lê giran tê? Haşa!

   Va ye, xwediyê wê qudretê, bi zimanê Quranê, bi vê ayeta kerîme ferman dike ku:

فَانْظُرْ اِلٰۤى اٰثَارِ رَحْمَتِ اللّٰهِ كَيْفَ يُحْىِ اْلاَرْضَ بَعْدَ مَوْتِهَا اِنَّ ذٰلِكَ لَمُحْىِ الْمَوْتٰى وَهُوَ عَلٰى كُلِّ شَىْءٍ قَدِيرٌ

û bi eyan û beyan şehadet dike ku ev mesele, heqîqet e.

   Ey hevalê ezîz! Ji teserrufat û kar û şuûnê Xwedê Teala hate fêmkirin ku ev heşr û neşra nebatî û civîn û belavbûnên din ên li rûyê erdê têne kirin, meqsûdê bîzzat nîn in; armanc, ew bi xwe nînin. Lewra, di navbera wan merasimên mezin û muhim ên li meydana alema din a mezin û van kar û barên piçûk û bêqerar ên ku di demeke kurt de çêdibin de, munasebet tune. Bes ev kar û barên piçûk, hin mîsal û numûne ne; da ku li alema axiretê, li sûret û netîceyê wan bête nêrîn û muamele li wan bête tetbîqkirinê.

   Nexwe ew çax, sûretê van tiştên fanî, li alema axiretê, dê meywe û fêkiyên baqî, encam bidin. 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat