Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

Feqet hin însan pir nankor in ku bi gotinên Malikê Mulk ê ku hemû mexlûqat şahidê rastî û heqiya Wî ne, bawer nakin; bi tere turre û tewşik û ehmeqtiya xwe ewle dibin.

   Û dîsa, di vê alemê de, şewq û şemala selteneteke rewnaq û rengîn ku bi eserên rubûbiyeteke pir muhteşem diçilwile, tê xuyanê. Belê, em dibînin ku ev erdê qerrase, mîna heywanekî ehlî, îtaetkar û zelîl û di bin emrê wê rûbûbiyetê de, tê xwedî kirin. Mirina wî ya di payîzê de û vejîn û saxbûna wî ya di biharê de û reqs û hereketa wê ya mîna mewlewiyekî û hwd... çawa tabiê ewî emr û fermanî ye; her wusa, tenzîm û tesxîr û fermanberiya rojê û tevî sîstema xwe û gersitêrkên pê re û rewşên din jî, girêdayê ewî emr û îradê ne. Hale hale, ev rubûbiyeta sermedî ya muezzem û ev seltenata ebedî, li ser van xîm û esasên zeîf û zaîl û fanî nayê avakirin. Û li ser evê dunya fanî û fitlonek û bi kul û keder, nasekine. Bes ev dunya, warekî muweqqet ê wusa ye ku ji bo nîşandan û îlana mucîzeyên qudretê, bo tecrube û îmtihana însanan a di wê daîra pir mezin û fireh a rubûbiyeta muezzem de, hatiye avakirin; da ku bibe perçeyê alemeke pir muezzem û ebedî û baqî. Lewma dê bête guhartin û were xerakirinê. Lewma, bo Saniê evê alema ku bi guherîn û qulibînê ve nexweş e, hebûna alemeke dinê ya ebedî û berqerar û sabît, zerûrî ye.

   Her wuha, xwediyên erwahê nûranî û qutbên qelbên munewwer û erbabê aqlên rohnîdar û ehlê qurbiyeta huzûra îlahî ku ji zahir derbasî heqîqetê bûne, bi îttifaq dibêjin ku ewî Zatê Zulcelal, ji bo îteatkaran, warekî mukafatê û ji bo asiyan jî, diyarekî mucazatê hazir kiriye û gelek we’dên wî yên hêzdar û tehdîdên wî yên dijwar, hene. Melûm e ku we’d neyê bi cîh anîn, kêmasiyek e û zîllet e. Xaliqê alemê, ji zîllet û kêmasiyan munezzeh e. Û her wuha, kaînat bi temamê ayat û kelîmên xwe ve, xeberên cimaetên ehlê heqîqetê û enbiya û ewliya û esfiya, bi eyan û beyan, teqwiye û te’yîd dike.

   Ey însan! Gelo xebereke ji vê xeberê rasttir û gotineke ji vê gotinê rasttir heye? Û dîsa, xwediyê vê alemê, di meydana evê dunya teng û demî de, her dem gelek mîsal û mînakên meydana mezin a alema axiretê, nîşan dide. 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat