Kitaplar
Mesnewiya Nûriye

întizam û seltenetekî wî yê tam heye ku hedîse û bûyereke herî piçûk, xizmetekî herî ji rêzê jî, dinivîse û dide nivîsandinê. Han, qanûneke hifz û parastinê ya ku evqas bi ehmiyet û îhtimamkar, helbet li dîwana muhakeme û muhasebata li alema axiretê dinêre. Ev qanûna muhefezeyê, çawa di hemû eşya de carî ye; her wusa jî, şamilê însanê ku eşrefê mexlûqat e jî. Lewra însan şahid e ji bo îcraat û kar û şuûnê daîra rubûbiyeta Xweda Teala. Û di nav kom û civatên mexlûqat de, ji hebûn û yekbûna Xweda re tellal û îlankar e. Û çavdêr û muşahidê tesbîhatê mewcûdat e û bi xîlafeta kubra, xelatbar û şerefyab e. Însanê ku bûye xwediyê vê îkram û rûmetê, bila xwe beredayî û bêwezîfe zenn neke. Di dîwana heq û hesab de, ji bo wî jî, hesabên pir giran hene. Wexta ku ji vî hesabê xwe xelas be, hîna ewê here ciyê xwe yê musteheq.

   Belê li ba qudreta ezelî, hatina heşra piştî mirinê, wek hatina bihara piştî payîzê ye. Belê wek nebat û gîha, payîz û bihareke însan jî, heye. Belê, ew mucîzatê qudretê yên ku di zemanê borî de çêbûne, delîl û burhanên qet’î nin ji bo qudreta Sanîê ku qadir e ji hemû îmkanat û tiştê zemanê pêşerojê re.

   Û dîsa, Xaliqê vê alemê, tekrar bi tekrar, we’d û ehda heşr û axireta ku ji qudreta wî re pir rihet û hêsan e û ji îbadê wî re jî, pir girîng û lazim e, kiriye. Melûm e ku xulf-ul we’d, ziddê îzzeta qudretê û merhemeta rubûbiyetê ye. Lewra xîlafa we’dê, elametê cehlê yan jî aciziyê ye. Ev jî, ji bo zatê Qadîrê mutlaq û Hekîmê mutlaq, muhal e.

   Digel vê qasê, heşra însan, wek heşra nebatan e. Yê ku vê heşrê bi çahvê xwe dibîne, ka çawa ewê heşrê înkar dike?  We’da Xweda ya ji bo anîna heşrê, çawa bi tewatura temamê enbiya û bi îcmaya însanan ve sabît e, her wusan, bi zimanê ayatê Qur’ana Kerîm jî, eyan û beyan e. Mesela ev ayeta kerîme ya

اَللّٰهُ لاَ اِلٰهَ اِلاَّ هُوَ لَيَجْمَعَنَّكُمْ اِلٰى يَوْمِ الْقِيَامَةِ لاَرَيْبَ فِيهِ وَمَنْ اَصْدَقُ مِنَ اللّٰهِ حَدِيثًا

bi şîddet û quweteke mezin, we’d û ehda îcada heşr û axiretê dike. 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304
Fihrist
Lügat